Artêşa Pasdaran: Me li Tengava Hurmizê li tankereke petrolê xist

Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li tankereke petrolê ya bi alaya Togoyê xistiye ku hewl dida bi awayekî "neyasayî" di Tengava Hurmizê re derbas bibe.

18 Îlon 2026 - 10:42
18 Îlon 2026 - 10:42
 0
Artêşa Pasdaran: Me li Tengava Hurmizê li tankereke petrolê xist

Di daxuyaniya nivîskî ya Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran de hat destnîşankirin ku tankera petrolê ya bi navê "Trend" a bi ala Togoyê doh bi "navtêdan" û "xapandina" artêşa Amerîkayê hewl dida bi awayekî neyasayî di Tengava Hurmizê re derbas bibe û lewma bûye armanc.

“Agir bi keştiyê ket”

Hat ragihandin ku li keştiyê hatiye xistin, keştî hatiye rawestandin û agir pê ketiye.

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku her keştiya bixwaze bi awayekî "neyasayî" di tengavê re derbas bibe dê "were tunekirin.”

Tengava Hurmizê careke din hat girtin

Îranê piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên 28ê Sibatê, di şerê ku dest pê kir de derbasbûna ji Tengava Hurmizê rawestandibû û dest bi êrişkirina ser keştiyên bêdestûr kiribû.

Piştî peymana ku 17ê Hezîranê di navbera Îran û Amerîkayê de hatibû îmzekirin, destûr ji bo derbasbûna ji tengavê hatibû dayîn.

Lê Îranê ji ber nakokiyên li ser pêkanîna peymanê yên bi Amerîkayê re, piştî şerê ku 8ê Tîrmehê ji nû ve gur bû, 12ê Tîrmehê tengav careke din girtibû.

Ev nûçe bi tevahî 36 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:41:28