Sûriye: Golan axa me ye, mafê me ye ku em vegerînin

Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî ragihand ku Girên Golanê (Girên Colanê) axa Sûriyeyê ne û mafê welatê wî heye ku ji Îsraîlê vegerîne.

3 Berfanbar 2025 - 11:19
3 Berfanbar 2025 - 11:19
 0
Sûriye: Golan axa me ye, mafê me ye ku em vegerînin

Li gorî nûçeya televîzyona El Îxbariyeyê ya Sûriyeyê, Îbrahîm Olabî ragihand ku hevdîtinên Sûriyeyê yên bi Îsraîlê re ji bo nehiştina fikarên ewlehiyê yên her du aliyan, di bin çavdêriya Serokê Amerîkayê Donald Trump de hatine kirin.

Îbrahîm Olabî tekez kir ku di van hevdîtinên li gel Îsraîlê de paşeroja Girên Golanê bi ti awayî nehatiye gotûbêjkirin û bal kişand ser wê yekê ku Sûriyeyê rêyên aştiyane û dîplomatîk xistine serê lîsteya xwe.

Bi gotina Olabî, Golan axa Sûriyeyê ye û mafê welatê wî heye ku wê derê ji Îsraîlê vegerîne.

 

Ev nûçe bi tevahî 52 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:10:09