Tevahiya navendên vîzeya Tirkiyê li Kurdistan û Iraqê hatin girtin

Tevahiya navendên vîzeya Tirkiyê li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê hatin girtin.

21 Tîrmeh 2022 - 08:46
21 Tîrmeh 2022 - 08:46
 0
Tevahiya navendên vîzeya Tirkiyê li Kurdistan û Iraqê hatin girtin

Nerazîbûn li dijî topbarana gundê Perex yê Zaxo ji aliyê Tirkiyê ve, ku bû sebeba kuştin û birîndarbûna bi dehan geştiyarên Iraqî, berdewam e.

Di vê çarçoveyê de kompaniyên geştiyarî li Iraq û Herêma Kurdistanê ragehandin, ew hatine agahdarkirin ku navendên vîzeya Tirkiyê li Iraq û Kurdistanê hatine girtin.

Hat zanîn ku ev rewş dê heta demek nediyar berdewam be.

Ev nûçe bi tevahî 683 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:28:03