Tirkiyê ji Swêd û Fînlandayê radeskirina endamên PKKê daxwaz kir

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag diyar kir ku wan dubare bi nivîseke fermî daxwaza radestkirina endamên PKK û Tevgera Gulen ji Swêd û Fînlandayê kirine.

6 Tîrmeh 2022 - 11:29
6 Tîrmeh 2022 - 11:29
 0
Tirkiyê ji Swêd û Fînlandayê radeskirina endamên PKKê daxwaz kir

Bekir Bozdag di daxuyaniyekê de got ku wan nivîsek ji Fînlanda û Swêdê re şandine û daxwaz ji wan kirine ku bi awayekî lezgîn endamên PKK û Tevgera Gulen radestî wan bikin.

Bozdag destnîşan kir ku ew ê bi rêya balyoz û Wezareta Derve çavdêriya radestkirinan bikin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê ragihand ku di dosyeyên şandine de belgeyên pêwîst hene û ew li benda bersiva Swêd û Fînlandayê ne.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson çend roj berê diyar kiribû ku ew ê pabendî rêkeftina ligel Tirkiyê û peymana radestkirinê bibin û gotibû ku ew derbarê naveroka rêkeftinê de zanyariyan nade.

Magdalena Andersson eşkere kiribû ku li gor mafên netewî û navdewletî, kesên ku welatiyên Swêdê ne, dê neyên radestkirin û gotibû: “Eger hûn tevlî çalakiyên terorê nebûbin, pêwîst nake ku nîgeran bibin.

Ev nûçe bi tevahî 781 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:49:33