Tirkiye kuştina çekdarekî PKKê li gundên Silêmaniyê radigihîne

Li dorûbera gundên Silêmaniyê çekdarekî PKKê di operasyoneke taybet a Tirkiyê de hate kuştin.

27 Îlon 2023 - 08:17
27 Îlon 2023 - 08:17
 0
Tirkiye kuştina çekdarekî PKKê li gundên Silêmaniyê radigihîne

Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê “Anadolu” ragihand, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT), li dorûbera gundên Silêmaniyê operasyoneke taybet li dijî PKKê kiriye û endamekî wê rêxistinê kuştiye.

Li gorî Anadolu, navê kesê hatiye kuştin Mazlum Ozturk e û dihat perwerdekirin da ku li nav sînorên Tirkiyê çalakiyên mezin bike.

Hate diyarkirin, Mazlum Ozturk di Tebaxa 2022an de ji Tirkiyê çûye Ewropayê û beşdarî gelek çalakiyên PKKê bûye. Di destpêka îsal de jî bûye çekdarê PKKê û li dorûbera gundên Silêmaniyê dihat perwerdekirin, ji bo li dijî hêzên ewlehiya Tirkiyê çalakiyên terorê bike.

Ev nûçe bi tevahî 1045 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:59:01