Firokeyên Tirkiyê gundekî Hewlêrê bombebaran kirin: Kuştî û birîndar hene

Firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Bokrîskanê yê ser bi navçeya Wartê li parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir û kesekî sivîl canê xwe jidest da û kesek jî birîndar bû.

27 Îlon 2023 - 08:20
27 Îlon 2023 - 08:20
 0
Firokeyên Tirkiyê gundekî Hewlêrê bombebaran kirin: Kuştî û birîndar hene

Qaymeqamê Nahiya Wartê Muslih Zirar ragihand, di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de, 2 gundî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan, birîndarek berî gihîştina nexweşxaneya Ranya, ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest da.

Nahiya Wertê ser bi Qezaya Riwandizê ve ye û ji ber hebûna binke û baregehên PKKê, Artêşa Tirkiyê gelek caran ew navçeyê bombebaran kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 487 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:43:31