Topxaneya Îranê devera Biradost topbaran dike

3 endamên Komela Zehmetkêşan birîndar bûn

29 Îlon 2022 - 08:47
29 Îlon 2022 - 08:47
 0
Topxaneya Îranê devera Biradost topbaran dike

Ji bo roja şeşem li ser hev, topxaneya Îranê devera Biradost topbaran kiriye û 3 endamên Komela Zehmetkêşan birîndar bûn.

Berpirsê Navenda Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Kawe Behramî ji K24ê re got, Supaya Pasdarên Îranê ji şeva borî û heta îro danê sibê, navçeyên Seqer û Berbizîn li devera Biradost topbaran kirin.

Kawe Behramî aşkere kiriye ji bilî ziyanên ku gihîştine sirûşta deverê, ti ziyanên canî negihîşt hêzên wan.

Hevdem jî Fermandarê Hêzên Helgurd ên Komelaya Zehmetkêşan a Kurdistanê Emced Husên Penahî ji K24ê re got, di encama topbarana Îranê li ser devera Biradost, 3 Pêşmergeyên wan birîndar bûne.

Ev yek di demekê de ye, Fermandarê Hêzên Zemînî yên Supaya Pasdarên Îranê Mihemed Pakpûr ragihand, wan “bi 73 mûşekên Ballistic û bi dehan dronên bombekirî, baregehên partiyên dijberê Îranê li nava xaka Iraqê kirine armanc.”

Ev nûçe bi tevahî 848 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:20:59