Trump: Dibe ku ji bo agirtbestê vê hefteyê biçim Rojhilata Navîn

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, dibe ku ew ji bo peymana agirbesta li Xezeyê dawiya hefteyê Rojhilata Navîn ziyaret bike.

9 Cotmeh 2025 - 10:25
9 Cotmeh 2025 - 10:25
 0
Trump: Dibe ku ji bo agirtbestê vê hefteyê biçim Rojhilata Navîn

Serokê Amerîkayê Trump di destpêka axaftina xwe ya di çalakiyeke li Koşka Spî de derbarê pêvajoya agirbesta li Xezeyê daxuyanî da. 

Trump destnîşan kir ku dan û standinên agirbestê yên ku hîn jî li Misirê didomin baş derbas dibin û peyama dibe ku biçe herêmê da. 

Serokê Amerîkayê got ku "Ji bo Rojhilata Navîn niha peymaneke aştiyê gelekî baş diçe ku em hêvî dikin pêk bê.

Li wir (Misir) ekîbeke me ya nuwaze heye, mizakerevanên gelekî baş in. Bi ya min ev (peyman) dê çêbe.

Îhtimala pêkahatina wê zêde ye. Dibe ku ez dawiya hefteyê biçim wir."

Trump paşê di axaftina xwe da got dibe ku roja şemiyê ji Amerîkayê derkeve û biçe herêmê û roja yekşemê li herêmê be. 

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku pêvajoya dan û standinan baş derbas dibe û got ku gelek welatên Misilman tevlî vê pêvajoyê bûne û rewşeke wiha berê ti carî çênebûye.

Ev nûçe bi tevahî 30 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:31:31