Nêçîrvan Barzanî îro bi Erdogan re dicive
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berê xwe da Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Ev serdan di çarçoveya bernameyeke fermî de ye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Erdogan dê li ser “pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa li herêmê û çend mijarên din ên ku ji bo her du aliyan girîng in” biaxivin.
Nêçîrvan Barzanî herî dawî di çarçoveya Foruma 4emîn a Dîplomasiyê ya Antalyayê de (ADF2025) bi Erdogan re hevdîtinek kiribû ku di navbera 11 û 13ê Nîsanê de hatibû lidarxistin.
Nûvekirina herî dawî: 12:26:28