Trump li ser êrişa Îsraîlê ya li Qeterê daxuyanî da

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar ku biryara êrişa Îsraîlê ya li Qeterê bi temamî ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bû û got, ji bo rawestandina êrişê dema wan nemabû.

10 Îlon 2025 - 10:29
10 Îlon 2025 - 10:29
 0
Trump li ser êrişa Îsraîlê ya li Qeterê daxuyanî da

Îsraîlê doh li Dohaya paytexta Qeterê êrişî heyeteke Hemasê kir.

Hemasê ragihand ku di êrişê de kurê yek ji lîderên payebilind ên tevgerê Xelîl el-Heye û birêvebirê ofîsa wî hatine kuştin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser êrişa Îsraîlê ya li dijî heyeta dan û standinan a Hemasê ya li Qeterê, li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek da.

Trump got, “Bombebarana li Qeterê xizmeta armancên Îsraîl an jî ya Amerîkayê nake ku welatekî serwer û hevpeymaneke nêzîk a Amerîkayê ye û ji bo pêkanîna aştiyê bi me re gelek hewl dide û bi wêrekî rîskan digire.”

Trump da zanîn ku  biryar ji aliyê Netanyahu ve hatibû dayîn û got:

"Biryar ne ji aliyê min ve hatiye dayîn. Ez demeke kin beriya êrişê bi rêya artêşa Amerîkayê hatim agahdarkirin.”

"Pir dereng bû"

Serokê Amerîkayê diyar kir ku wî piştî wergirtina agahiyê, yekser ji nûnerê xwe yê taybet Steve Witkoff xwestiye ku Qeteriyan ji êrişê agahdar bike û got:

“Wî jî ev yek kir lê mixabin ji bo rawestandina êrişê pir dereng bû.”

Trump Qeter wekî hevpeyman û dostekî bihêz ê Amerîkayê bi nav kir û da zanîn ku piştî êrişê bi Netanyahu re axiviye.

Trump êriş wekî “bûyereke nebaş” pênase kir û got:

“Ez bi Mîr û Serokwezîrê Qeterê re jî axivîm û ji bo piştgirî û dostaniya wan a ji bo welatê me min spasiya wan kir.

Min ew piştrast kirin ku tiştekî wiha careke din li ser axa wan çênabe.”

Serokê Amerîkayê her wiha got ku wî ferman daye Wezîrê Karên Derve yê Amerêkayê Marco Rubio da ku Peymana Hevkariya Parastinê ya bi Qeterê re bigihîne encamê.

Çi bûbû?

Doh derdora saet 15:30î, li navçeya Ketarayê ya bajarê Dohayê yê paytexta Qeterê dûman bilind bû.

Ev yek jî piştî wê yekê hat ku dengê teqînê li bajêr hat bihîstin.

Piştre, Artêşa Îsraîlê li ser Xê derbarê êrişê daxuyaniyek belav kir û got:

"Artêşa Îsraîlê û Ajansa Ewlehiyê ya Îsraîlê êrişeke hesas li dijî serkirdayetiya pilebilind a rêxistina terorîst a Hemasê pêk anîn."

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew kesên hatine armanckirin, di şerê li dijî Îsraîlê de xwedî roleke bibandor in.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "Ew endamên serkirdayetiya Hemasê bi salan e serkêşiya operasyonên terorîstî yên rêxistinê kirine û ji komkujiya hovane ya 7ê Çiriya Pêşîn berpirsyar in."

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:38:12