Turk: Bawer nakim ti Kurdek dengê "Belê" bikar bîne

Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk ku ji erkê hatibû dûrxistin dibêje, ew bawer nake, ti Kurdek dengê "Belê" bikar bîne.

6 Avrêl 2017 - 06:14
6 Avrêl 2017 - 06:14
 0
Turk: Bawer nakim ti Kurdek dengê "Belê" bikar bîne

Ehmed Turk li Mêrdînê di vekirina panêla saziyên civaka sivîl ya bi navê “Ji bo Herkesî Hiqûq” de axivî û got, encamê referandumê bo Tirkiyê girîng e, lê bo Kurdan girîngtir e.

Ehmed Turk da zanîn, bo 85 şaredariyên Kurdan qeyum hatine erkdarkirin, hevserok û parlamenter hatine zîndankirin, Eger Kurd dengê belê bikar bînin, tê wateya ku dibin piştevanê desthilatê. Herwiha ew bawer nake ku, ti kurdek vê bêrûmetiyê qebûl bike.

Turk da xuyakirin, mijar ne tenê sîstema serokatiyê ye û da zanîn, ji bo ku Tirkiye ji sîstema totalîter û faşîst rizgar bibe, divê hêzên demokrat hevkariyê bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1750 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:18:30