Xetereya PKKê ya li ser Şingalê mezintir dibe

Endamê Parlamentoya Iraqê Dr. Macîd Şingalî ragehand ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê aloziyan derdixe û guhdariya rêvebiriya bajêr bike.

8 Avrêl 2017 - 06:54
8 Avrêl 2017 - 06:54
 0
Xetereya PKKê ya li ser Şingalê mezintir dibe

Dr. Macid Şingalî ragehand ku, çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê, Xanesor û Sinûnê aloziyan derdixin li gor daxwaza xwe hêzê ji Qendîlê bo Şingalê û ji Şingalê bo qendîlê dibe û tîne.

Wî parlementerî da zanîn ku, rojane PKK binpêkirinan li sînorê Şingalê dike, bazgehên serbazî datîne û avahiyên hikumetê dagîr dike, herwiha hêza xwe li sînor kom dike û rê nade ku, penaber vegerin ser malên xwe.

Şingalî eşkere kir ku, PKK hêzeke mezin li navçeya Xanesor û Sinûnê bicih kiriye, wê yekê jî bandor li ser jiyana welatiyên Şingal û Xanesorê kiriye û rewşeke ne aram dirûst kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 1347 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:19:16