Çend zanyariyek derbarê jiyana naha ya Ebubekir Bexdadî de aşkera dibin

Demek nêzîk de operasyona rojavayê Mûsilê dê pêkbê.’’

7 Şubat 2017 - 06:05
7 Şubat 2017 - 06:05
 0
Çend zanyariyek derbarê jiyana naha ya Ebubekir Bexdadî de aşkera dibin

Serokwezîrê Iraqê behsa jiyana naha ya xelîfeye rêxistina tund a DAIŞê dike û radigehîne ku piraniya alîkarên wî hatine kuştin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dihevpeyvîneke li France 24ê de ragehand, ku operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê dê demek nêzîk de destpê bike.

Heyder Ebadî ragehand; Xelîfeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî pir zêde kesên wî nemane pê bawer bike û peyvendiyên wî pir bi sînor bûne.’’

Herwaha li gor serokwezîrê Iraqê Ebubekir Bexdadî naha xwe daye goşeyekê û piraniya cîgir û alîkarên wî hatine kuştin û kesekî zêde derdora wî nemaye ku jê bawer bike.’’

Bu haber toplam 2035 kişi tarafından görüldü.
Son güncellenme: 07:53:36