Li Colemêrg û Geverê îro jî dikan nehatin vekirin

Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê wek nerazîbûnekê li hember kuştina her du hemwelatiyên Kurd Mehmet û Veysel Îşbîlîr, îro hemwelatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Walitiya Colemêrgê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

8 Aralık 2013 - 08:16
8 Aralık 2013 - 08:16
 0
Li Colemêrg û Geverê îro jî dikan nehatin vekirin
Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê wek nerazîbûnekê li hember kuştina her du hemwelatiyên Kurd Mehmet û Veysel Îşbîlîr, îro hemwelatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Walitiya Colemêrgê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor nûçeya DÎHAyê, li navçeya Geverê duh û îro dikan nehatin vekirin. 3 roj berê girseya ku êrîşa li dijî gorên gerîlayên PKKê şermezar kiribûn rastî êrîşa polîsan hatibûn.

Di êrîşa de hemwelatiyê bi navê Mehmet Reşît Îşbîlir û biraziyê wî Veysel Îşîlir bi guleyan kuştibûn.

Duh jî di merasima cenazeyên her du kesan de polîsan dîsa li ser girsê gule reşandin û di reşandina guleyan de hemwelatiyê 25 salî Bêmal Tokçu birîndar bû.

Li aliyekî hêj rewşa Tokçu giran e.

Îro jî wekî duh, hemwelatî neçûn ser kar û dikanên li Geverê nehatin vekirin.

Li hember vê yekê, Walitiya Colemêrgê di daxuyaniyekê de goy “Piştî ku cenazeyê her du xwepêşanderan hatin veşartin, hin xwepêşanderan bi kevir û molotofan êrîş birin ser du wargehên xwendekaran”.

Li gor nûçeya ajansa Andolu, Walitiya Colemêrgê derbarê bûyerên Geverê de daxuyaniyek belav kiriye û tê de wiha hatiye diyarkirin: “Xwepêşandana êrîşî polîsan kirin, li ser vê pevçûn derket û di encama êrîşê de 2 kes mirin”.

Di daxuyaniyê de herwiha wiha hatiye gotin “Piştî ku cenazeyê her du xwepêşanderan hatin veşartin, hin xwepêşanderan bi kevir û molotofan êrîş birin ser 2 wargehên xwendekaran. Hat diyarkirin ku xwepêşandêrekî biçek birîndar bû û bo nexweşxaneya Wanê hat rakirin”.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: \"Li ser êrîşê tîmên taybet sewqî cihê bûyerê hatin kirin û êrîşkaran êrîş birin ser tîmên taybet jî. Di encama êrîşê de êrîşkarekî biçek birîndar bû û sewqî nexweşxaneya Wanê hat kirin. Derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh hat destpêkirin û dê ji geşedanan gel jî bê agahdarkirin”.