18 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

Li 4 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 18 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.

17 Çile 2025 - 07:19
17 Çile 2025 - 07:19
 0
18 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

Li parêzgeha Yalovayê ya Tirkiyeyê û li parêzgehên Riha, Şirnex û Amedê yên Bakurê Kurdistanê “operasyonek” hat kirin ku navenda wê Riha bû.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê li van 4 parêzgehan “operasyonên” hevwext hatin kirin.

18 kes bi hinceta “çalakiyên çekdarî” û “alîkarî û propagandeya rêxistinê” hatin desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li aliyekî diyaloga “pêvajoya çareseriyê” heye û li aliyê din qeyûm û desteserkirin berdewam dikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 2483 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:40:38