Nêçîrvan Barzanî: Zanayên olî her tim bûne stûna parastina nirxên niştimanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya damezirandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê got, "Zanayên olî her tim bûne stûna parastina nirxên mirovî û niştimanî."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera 56emîn a damezirandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê weşand.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamê de pîrozbahî li serok, endamên Mekteba Cîbicîkar, serkirdayetî û hemû mamoste û zanayên ola pîroz a Îslamê yên li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Nêçîrvan Barzanî got, "Em dîroka têkoşîna zanayên olî û yekîtiya wan a di qonaxa têkoşîna rizgarixwazî de û di serdema şoreşê de, mil bi milê Pêşmerge û zarokên gelê me, bi pêzanîn û rêzeke mezin dinirxînin."
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ragihand:
"Di vê bîranîna biheybet de, em silav û rêzan ji bo rihê pak ê şehîdên zanayên olî û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dişînin ku di ber niştimanê de canê xwe feda kir."
Rola mamosteyên olî di parastina aştiyê de
Serokê Herêma Kurdistanê pesnê rola zanayên olî da û got:
"Zanayên birêz ên olî her tim stûna parastina nirxên mirovî û niştimanî bûne.
Ew di çespandina nermrêyî, lêborîn û pêkvejiyana di navbera pêkhateyan de, her wiha di rûbirûbûna tundrewiyê û parastina aştiya civakî de roleke bilind dilîzin."
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Kurdistan wekî her tim dê wekî "hêlîna pêkvejiyana aştiyane" bimîne.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
"Di salvegera 56emîn a damezirandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê de, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî serok û endamên birêz ên Mekteba Cîbicîkar, serkirdayetî û hemû mamoste û zanayên ola pîroz a Îslamê yên li Herêma Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.
Em dîroka têkoşîna zanayên olî û yekîtiya wan a di qonaxa têkoşîna rizgarixwazî de û di serdema şoreşê de, mil bi milê Pêşmerge û zarokên gelê me, bi pêzanîn û rêzeke mezin dinirxînin.
Di vê bîranîna biheybet de, em silav û rêzan ji bo rihê pak ê şehîdên zanayên olî û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dişînin ku di ber niştimanê de canê xwe feda kir.
Mamosteyên birêz ên olî her tim stûna parastina nirxên mirovî û niştimanî bûne.
Ew di çespandina nermrêyî, lêborîn û pêkvejiyana di navbera pêkhateyan de, her wiha di rûbirûbûna tundrewiyê û parastina aştiya civakî de roleke bilind dilîzin.
Her di vê bîranînê de em tekez dikin ku Kurdistan wekî her tim dê wekî hêlîna bihevrejiyana aştiyane bimîne.
Nûvekirina herî dawî: 12:17:24








































































































































































