7 jinên Êzidî ji destê DAÎŞ'ê hat rizgarkirin

Rêveberê ofîsa rizgarkiriyên revandiyên Kurd ên Êzidî li parêzgeha Duhokê diyar kir, li gel destpê kirina operasyona rizgarkirina navçeya Tilafer'ê heta îro 24.08.2017ê 7 revandiyên Êzidî ji dest terorîstên DAIŞê yên li Tilafer'ê hatine rizgar kirin.

24 Tebax 2017 - 09:02
24 Tebax 2017 - 09:02
 0
7 jinên Êzidî ji destê DAÎŞ'ê hat rizgarkirin

Li gorî daxûyaniya Rêveberê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurd ên Êzidî Husên Kuro Qaîdî ragehand: ‘’Jinek bi navê M.X ji dayîkbûyê sala 1994ê li gel sê zarokên xwe yên bi navê Dilman, Dîman û Dîma yên xelkê gundê Koço ne ji Telaferê hatine rizgar kirin. Ên din jî du keç in her du jî xwîşkê yek in û navên wan Neyaz û Lîza Elyas in û sala 2008- 2009 ê ji dayîkbûne. Xelkê Tel Binat in ji Telaferê hatine rizgar kirin. Keçek din jî bi navê Awaz e di sala 2003 ji dayîbûye xelkê Werdê ye ew jî li Telaferê hate rizgar kirin û ew her 7 kesên êzdî ji destpêka operasyona rizgar kirina Telaferê heta naha hatin rizgar kirin.’’

Herwaha got: ‘’Îro karûbarên wan li Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî hate rêvebirin. Em di hewldanên berdewam de ne bo rizgarkirina hemû revandiyên kurd ên êzdî.’’

Ev nûçe bi tevahî 1374 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:43:25