Almanya li hember operasyona li ser Efrînê bêbiryar e

Nûnera Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Marîya Adebarê ragihand ku Almanya nikare bi hiquqa navneteweyî re pabendbûna operasyona Tirkiyeyê ya li ser Efrînê bi awayeke zelal binirxîne.

24 Çile 2018 - 11:00
24 Çile 2018 - 11:00
 0
Almanya li hember operasyona li ser Efrînê bêbiryar e

Marîya Adebarê dîyar kir ku di dema niha de ne pêkan e ku bi hiquqa navneteweyî re pabendbûna rewşê bête nirxandin. Li gor gotinên Adebarê, sedem jî ew e, ku li herêmê rewş gelek guherbar e.

Serokê Komîteya Sîyaseta Derve ya Parlamentoya Almanyayê Norbert Rettgen jî ji rojnameya Tagesspiegelê re ragihand ku pêwist e hikûmeta Almanyayê mudaxaleya Tirkiyeyê şermezar bike. Norbert Rettgen ji rojnameya almanî re got ku `Mudaxaleya leşkerî ya Tirkiyeyê binpêkirina hiquqa navneteweyî ye û pêwist e Almanya, YE û NATO piştgirîyê nedin vê operasyonê`.

Ev nûçe bi tevahî 1347 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:12:40