Amedspor bi ser ket, Serokê Adana Demirsporê îstifa kir

Serokê Adana Demirsporê Bedirhan Durak piştî ku tîma wî li mala xwe li hemberî Amedsporê 8-1 têk çû, îstifa kir.

1 Îlon 2025 - 09:58
1 Îlon 2025 - 09:58
 0
Amedspor bi ser ket, Serokê Adana Demirsporê îstifa kir

Adana Demirspor piştî 4 sezonan ji Lîga Super daketibû.

Serokê Adana Demirsporê ya ku di Lîga 1emîn a Tirkiyeyê de dilîze, Bedirhan Durak ragihand ku wî dev ji karê xwe berdaye.

Durak, piştî têkçûna bi encama 8-1ê ya li hemberî Amedsporê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku "di her serkeftinê de, di her zehmetiyê de û di her hêsirê de dilê wî ji bo armaya Adana Demirsporê lê daye."

Bedirhan Durak anî ziman ku ew bi bextewariyeke bêhempa xizmeta civateke mezin kiriye û got:

"Ez bi rûmeteke mezin, bi hezkirin û bi hesteke bêdawî ya minetdariyê dev ji posta Serokatiya Klûba Adana Demirsporê berdidim.”

Durak spasiya xebatkarên klûbê, serokê berê Murat Sancak û alîgiran kir.

Ev nûçe bi tevahî 48 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:18:45