Amerîkayê dîsa bang kir: ‘Zû ji Îraqê derkevin’
Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê, hişyariya xwe ya ji bo welatiyên Amerîkayê yên li Îraqê nû kir û ji wan xwest ku “yekser” ji Îraqê derkevin.

Balyozxaneyê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, dibe ku "mîlîsên terorîst ên Îraqî" yên girêdayî Îranê, di nav 24-48 demjimêran de li navenda Bexdayê êrişan pêk bînin.
Hat destnîşankirin ku Îran û mîlîsên wê plan dikin ku li gelek herêmên Îraqê, Herêma Kurdistanê jî di nav de, êrişên berfireh bibin ser welatiyên Amerîkayê û cihên bi Amerîkayê re têkildar.
"Mîlîs Amerîkiyiyan direvînin"
Hat gotin ku ev kom dikarin welatiyên Amerîkayê, şirket, zanîngeh, saziyên dîplomasiyê, binesaziya enerjiyê, otel, balafirgeh û saziyên Îraqê û cihên sivîl bikin hedef.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku milîsan bi armanca revandinê jî Amerîkayî kirine hedef û ji welatiyên Amerîkayê hat xwestin ku “yekser ji Îraqê derkevin.”
Rexneya li hikûmeta Îraqê
Balyozxaneyê got ku hikûmeta Îraqê nikare rê li ber "êrişên terorî" yên li nav welêt an jî yên ku ji xaka Îraqê derdikevin bigire.
Her wiha hat gotin, dibe ku hinek komên milîs bi hikûmeta Îraqê re girêdayî bin û hinek êrişkar nasnameyên karmendên hikûmetê bi kar bînin.
Balyozxaneyê xwest ku welatî ji ber rîskên ewlehiyê neçin Balyozxaneya Bexdayê yan jî Konsulxaneya Giştî ya Hewlêrê.
“Meçin, derkevin”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hişyariya geştê ya asta 4an ji bo Îraqê didome û bangî welatiyan hat kirin:
"Ji bo ti sedeman meçin Îraqê. Heger hûn li wir bin yekser derkevin."
Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê beriya çend rojan jî bangî welatiyên xwe kiribû û xwestibû ku “demildest” ji Îraqê derkevin.
Nûvekirina herî dawî: 11:33:27






































































































































































