Azerbeycanê li ser hevdîtina Aliyev û Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da
Serokkomariya Azerbeycanê ragihand ki Îlham Aliyev Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwendiye Bakuyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev doh li bajarê Munîhê yê Almanyayê di çarçoveya Konferansa Ewelhiyê ya Munîhê de civiyan.
Serokkomariya Azerbeycanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Tekeziya li ser hevkariya aborî û çandî
Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Azerbeycanê, di civînê de serdanên ku Nêçîrvan Barzanî yên berê yên ji bo Azerbeycanê û têkiliyên di navbera serkirdeyan de bi kêfxweşî hatin bibîranîn.
Hat diyarkirin ku wan serdanan ji bo gotûbêjkirina perspektîfên hevkariya dualî zemîneke xurt pêk aniye.
Aliyan li ser bipêşxistina têkiliyên di warên aborî, bazirganî, çand û mirovî de bîr û rayên xwe parve kirin û mijarên ku berjewendiya wan a hevpar heye gotûbêj kirin.
Vexwendina Aliyev
Di civînê de Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwend welatê xwe.
Hat ragihandin ku Serok Barzanî ev vexwendin bi kêfxweşî qebûl kiriye.
Nûvekirina herî dawî: 11:58:00





































































































































































