Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re civiyan, Fransa pesnê HSDyê dide

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Munîhê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiyan.

14 Sibat 2026 - 10:53
14 Sibat 2026 - 10:53
 0
Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re civiyan, Fransa pesnê HSDyê dide

Li gorî daxuyaniya HSDyê, "Şandeya HSDyê di hevdîtinê de, ji bo wê piştevaniya berdewam a ku Fransa pêşkêş dike û bi taybetî jî ji bo hewlên dîplomatîk ên Parîsê yên ji bo çespandina agirbestê û bihêzkirina aramiyê li herêmê spasiya Serok Macron kir.”

HSDyê her wiha destnîşan kir ku her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya navneteweyî kir da ku rêkeftina HSD û Şamê pêk were.

Hat diyarkirin ku temamkirina vê rêkeftinê xizmetê pêvajoya yekxistina saziyan û aramiya li Sûriyeyê dike.

Helwesta Macron

HSD dibêje, Emmanuel Macron tekez kir ku Fransa dê hewlên xwe di vê çarçoveyê de bidomîne û "Serokê Fransayê pesnê rola bibandor a Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di rûbirûbûna terorê û parastina ewlehiya herêmê de da û diyar kir ku welatê wî dê weke hevparekî sereke li gel wan bimîne."

 

Ev nûçe bi tevahî 35 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:08:23