Balafirên şerî yên Tirkiyeyê gundekî nahyeya Dînarteyê bombebaran kir

Balafirên şerî yên Tirkiyeyê gundê Zana li nahyeya Dînarteyê bombebaran kir.

21 Gulan 2024 - 06:42
21 Gulan 2024 - 06:42
 0
Balafirên şerî yên Tirkiyeyê gundekî nahyeya Dînarteyê bombebaran kir

Ajansa  K24ê duh (Duşem, 20.05.2024) ragehand, “Balafirên şerî yên Tirkiyeyê gundê Zana li nahyeya Dînarteyê bombebaran kir, lê heta niha çi zanyar li ser wê bombebarankirinê nehatine eşkerekirin”.

Pêştir Şandiyê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê û Şerê Hevpeymanan li Dijî DAIŞê James Jaffery ragehand, “Divê Tirkiye bi hevahengiya Îraqê êrîşên li ser PKKyê bike”.

Di çarçoveya çend daxuyaniyan de ji bo malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê, James Jaffery li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bingehên PKKyê li Herêma Kurdistanê ragehand, “Tirkiye şerê dijî terorê dike û mafê wê ye lê divê êrîşên xwe bi hevahengiya Îraqê bike”.

 

Ev nûçe bi tevahî 1276 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:33:22