Civîna PDKê û YNKê hate paşxistin

Civîna Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ku biryar bû îro li Hewlêrê were lidarxistin, bo demeke nediyar hate paşxistin.

29 Çile 2019 - 07:14
29 Çile 2019 - 07:14
 0
Civîna PDKê û YNKê hate paşxistin

Peyamnêrê Rûdawê li Hewlêrê, Senger Ebdurehman ragihand: Biryar bû îro Sêşembiyê PDK û YNK li baregeha Polîtboruya YNKê li Hewlêrê bicivin, lê belê civîna wan bo demeke nexuya hate paşxistin.

Hêj ne PDKê û ne jî YNKê sedema paşxistina civîna îro eşkere nekirine.

Biryar bû îro şandên danûstandkar ên PDK û YNKê li ser asteke bilind bicivin û bi hev re mijara pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1203 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:34:32