Barzaniyet, xeteke neteweyî ya Kurdistaniyan e!!!
'' Di deftera Barzaniyan de azadiya her çar perçên Kurdistanê heye. Loma jî gav bi gav wê armanca xwe jî pêk tînin. ''
Baweriya min ew e ku li ser her kurdekî ferze divê Barzaniyan û dîroka wan bixwînin, nas bikin û li gor wê tevbigerin. Heta ku em vê nekin em ê nikaribin tekoşîneke rast û dilsozane bidin.
Ji ber ku her miletek li ser koka xwe mezin dibe. Koka me kurdan jî piştî hemî berxwedan û serîhildanên li herçar perçên Kurdistanê pêk hatibûn û têk çûbûn. Barzaniyan ji nûde bi saya şoreşa îlonê ruh û canekî taze, bi rê û rêbazên li gor şertên Kurdistanê û kurdan, dest avêtin tekoşîna ji bona azadiya û Kurdistaneke serbixwe.
Lê rewşa Barzaniyan tekoşîn û berxwedana wan ji me Kurdan bêtir, dagirkerên me ev yeka fêm kirin. Fêmkirin ku heger Barzanî tune nebin wê bi serpereştiya wan Kurdistan bê azadkirin. Lewra jî wan ji bona tunebûna Barzaniyan bi projeyên mezin û nû amade kirin da ku Barzaniyan tune bikin.
Di nava karên dagirkerên tirkan de, xala herî girîng ew bû ku li bakurê kurdistanê miletê kurd bikin dijminê Barzaniyan. Lewra xebat û projeyên wan yên ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê bê par bimînin. Ev jî bi saya mamosteyê Evdila Ocalan, Dogu Perînçek û Yalçin Kuçik pêk anî û gelek ji Kurdên bakurê kurdistanê yên ji xeta Evdila bawer bûn, bûne dijminê Barzaniyan.
Ji bona vê jî haziriyên mezin kirin. Bi siyasetmedar, dîroknas û civaknasên xwe li hev civiyan da ku wê bi çi awayî, rê û rêbazan bidin pêşiya xwe da ku hezkirina Barzaniyan ji dilê kurdên bakur derxin.
Lewra jî weke dema Împaratoriya Osmaniyan wan jî xwestin ji kurdan partî û rêxistinan li gor xwe amade û perwerde bikin da ku bi rêya wan pêşî li hezkiriya Barzaniyan bigirin. Her ev yeka kirin lê her tişt weke wan westin bi serneketin. Li bakurê Kurdistanê di hin warande bi serketin. Gelek kurd kirin dijminê Barzaniyan.
Helbet ev projeya dagirkerên me ji aliyê Barzaniyan ve dihate zanîn û fêmkirinê. Loma jî wan rê û rêbazên pêkvejiyan, xweşbîni û li ser asasê li hevkirinê, dane pêşiya xwe. Bê ku xwîna kurdan bi destê kurdan bê rijandin dest bi xebatên li ser asasê li hevkirinê kirin.
Çi tiştên ji wan hate xwestin li gor îmkan û mercên têde tevgeriyan da ku yekitiya nava gelê kurd pêk bîne. Li ser vî asasê piştî azadiya başûrê Kurdistanê hêdî hêdî xwestin gavên brane berbi perçên din jî biavêje.
Lê ji ber şertên ew têde dijiyan taybetiyên xwe yên girîng hebû. Lewra dagirkerên me yên devbixwîn devê xwe vekiribûn ku hema Barzanî şaşiyekê bikin. Da ku ew jî bi hevre wê destkevtiya başûrê Kurdistanê têk bibin. Lê hezar carî spas ji bona Barzaniyan ku ew firset neda destê dagirkeran.
Barzaniyan her li gor Rêbaza pîroz karê xwe dikirin û kirin. Guhên xwe ji dengê xerab re girtin. Çavên xwe ji dîtina dîmenên dijminatiya kurdan geş dike, girti. Li gor rêbaza xwe karê xwe berdewam kirin.
Bi saya wê xweragirî û pêkvejiyanê, Barzaniya di tekoşîna sed salan de Kurd kirin xwedî perçekî azad ku weke Federe li gel Iraqê bijîn. Helbet daxwaz û armanca Barzaniyan ne tenê heta vir e.
Di deftera Barzaniyan de azadiya her çar perçên Kurdistanê heye. Loma jî gav bi gav wê armanca xwe jî pêk tînin. Lê weke tê zanîn ku heta başûrê Kurdistanê nebe dewleteke serbixwe, wê nikaribin weke ew dixwazin alîkarî û piştgiriya brayên xwe yên perçên din bikin.
Ji helwest, kar û xebatên Barzaniyan diyar dibe ku çawa firsetekê dibînin wê ji bona perçên din jî bi kar tîne. Şandina pêşmêrgeyan ji bona azadkirina Kobanê bi serê xwe şoreşek bû.
Em vê weke şoreşên serok Mesûd Barzanî ku li bakurê Kurdistanê pêk anîne bidin zanîn da ku em bikarin rewşê bi hevre fêm bikin.
Heger bê bîra we, yekem car dema ku serok Barzanî li gel Şivan Perwer hatin Diyarbekirê, ambargoya li ser navê Kurdistanê rakir.
Bi çûyina xwe ya Stenbolê ku li wir cara ewil ala kurdistanê li gel ala tirkan li balafirgeha Stenbolê hate hildan. Vê jî ew ambargoya li ser Ala Kurdistanê rakir.
Şoreşa herî mezin ew bû ku dema serok Barzanî hate Cizîra Botan. Li gor min ew şoreşek mezin û bi wate bû. Çima hûn dizanin?
Serok Barzanî çi dike bi zanebûn dike ku ew ji bona dagirker û miletê Kurd sinyal û pêşveçûne. Ji ber vê bû ku li gel serok Barzanî û ji bona parastina wî, hêzek mezin ya pêşmêrgeyan jî hebû. Hûn ya rastî bixwazin ew ne ji bona parastina cenabê wî tenê bû. Bi vê yekê da diyarkirin ku vir jî Kurdistane û wê rojekê vir li ser destê pêşmêrgeyên qehreman bê azadkirin û bibe Kurdistan.
Ez naxwazim zêde behsa tekoşîn û berxwedanên Barzaniyan bikim. Mirov dikare wê bi xwendin û zanîna dîroka wan fêr bibe.
Tenha tiştên ku ji kurdên din tê xwestin û divê bikin ev e: Rêbaza Barzaniyê mezin bixwînin, hûnê bibînin ku mirovê çawa tekoşîna azadiya gelê xwe bide. Wê bixwînin fêr bibin hûnê çawa ji hev hez bikin. Wê bixwînin hûn ê hevgirtin,yekrêzî û bi hevre karkirina ji bona kurdistaneke serbixwe çiqasî pêwîst e bizanbin. Wê bixwînin da ku hûn wekhevî û pêkvejiyanê li Kurdistanê geş bikin.
Bûbê Eser
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 08:47:56
