Heta Ku Serok û Rêber Ew Bin!!!

Heta ku endamên partiyên Kurdistanê Sofî û Mirîdên serok û rêvebirên xwe yên salên 1980ê bin, hûn bizanibin ku em ê tu yekitiyan nebînin. Kurdistan wêran bûye, têk dihare û namîne, ew ne di xem û bala serok û rêberan de ye. Derdê wan her ew serok û rêber bin. Lê ya herî xerab ew e ku endam jî ji bona ew her li ser serê me serok û rêvebir bin, hewl didin, kar û xebatê dikin.
Heta ku endamên partiyên siyasî xwediyê xwe û vê helwestê bin, wê serok û rêberên me jî li gor berjewendiyên xwe û ya malbata xwe tevbigerin. Heta ku ev di nava endaman de baş neyê fêmkirin û şirovekirin dê em ê tu yekitî û bi hevre karkirina li ser xeteke neteweyî û saxlem ji bona azadî û serxwbûna Kurdistanê nebînin…
Heta ku endam vê rewşê ji serok û rêvebirên xwe nepirsin, em ê jî nebin xwediyê xwe û tu yekitiyên ku bikaribin ji bona azadî û serxwebûna Kurdistana şêrîn kar bikin û erka xwe bînin cih.
Divê em baş bizanibin ku ew serok û rêberên salên 1970-80 piranî bi îdeolojiyan mezin bûne û mejiyên wan bi wê îdeoliyê hatiye avdan. Xwe guherandina wan zehmet û ne pêkan e.
Ya herî xerab jî piştî hukmê leşkerî ya sala 1980 ku li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê pêk hatibû, serok û rêvebirên ji bona neyên girtinê reviyan, bi kuçe û kolanên dewletên ewropa ketin, hin rehetî dîtin.
Dîtina wê rehetiyê li wan weha hat ku êdî wan bêtir hewl dan û didin ku her ew serok û rêvebir bin. Ji ber ku di vir de sê berjewendiyên wan hene. Bi navê wê etîketê (sembol) xwe mezin dibînin û li gor wê jî civat, qîmetê dide wan. Heger ne weha be civat silavê jî nade gelek ji wan kesana.
Ya din, gelek ji wan serok û rêvebirana bi karên nebaş û bi yên malbatî ve mijûl in. Di yekitiyekê de ev îmkan dê ji destê wan derkev e. Loma jî bi eşkereyî yekitiyan diparêzin, lê bi dizî ji bona yekitî nebe çi ji destê wan tê wê dikin.
Ya xerab û sisiyan jî ew ku wêraniyên têne serê me jî li hember vana, bêdengiya endamên dilsozên welatê xwe ne. Ew jî her difikirin ku divê welatê wan bê altarnatîf nemîne. Fêrî wê yekê bûne û dibêjin: ”çawa be karê rêxistinî ji ya bêrêxistiniyê baştir e”. Ji xwe malwêraniya mezin ji vê dest pê dike.
Ev bawerî rê dide ku tu rêxistineke herî xerab jî baş dibîne, tu endamekî xwe ê herî xerab jî ji kesayetiyekê zana ê bê rêxistinê baştir dibîne.
Li gor min xaleke herî girîng jî, ew e ku hê van partiyên qaşo hemî di warê demokratîk de karê xwe ê rêxistiniyê dimeşînin, lê di eslê xwe de hê jî îllegal in . Bi qasî ez dizanim di karê demokratîk de divê her tişt şefaf û zelal be. Lê hezar mixabin ew zelalî û şefafî di nava van parityên me de tune ye.
Nav, kar û erka wan qaşo xebatên legal in, lê di hundirên xwe de ango karên li ser destê wan serok û rêvebiran, di warê bi dizî ango îllegerl têne meşandin. Heger pêwîstî bibînin divê bila ev ji nava endaman dernekeve derva. Ya jî tenê di nava serok û rêvebiran de tiştên girîng dimînin.
Dema ku endam jî wan tiştana nizanibin, endamên her partiyekê dê wê yên li hember xwe gunehkar bikin ku ew in yên yekitiyan naxwazin. Ev jî dibe ser sedema ku endam ji hevdu dûr dikevin û li gor min ev jî tê hesabê serok û rêvebiran.
Çareserî
Divê êdî endamên her partiyeke Kurdistanî bikaribin hesab û erka serok û rêvebiran ji wan bipirsin. Divê bikaribin hesab, kar û xebatên têne kirinê fêr bibin. Heta ku endam xwe negihêjinîn vê rastiyê, em ê jî weke kurd tim bindest û ji hev bela-wela bin. Loma dibêjim ku em weke endamên hemî partiyên kurdistanî, tenê guhdarî serok û rêvebirên xwe bin û tu hesaban ji wan nepirsin, hûn bawer bikin em ê tu yekitiyan nebînin.
Gelo hûn qet fikirîne ku yên li dij yekitiyan be dê çawa bixwaze yekitî pêk bên. Gelo hûn qet fikirîne ku di nava partiyan de ji bona yekitiyekê çi hatine gotin û çi hatine munaqeşekirin. Heta ku vana ji endaman re eşkere nebin, wê serok û rêberên me jî li gor kêfa xwe û li ser asasê berjewendiya xwe û malbata xwe, dê tevbigerin…
Bûbê Eser
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 14:42:13


































































































































































