''Bafel Talabanî Kerkûk firot…''

Rexneyên akademîk, analîtîk û rewşenbirî yên li ser Bafel Talabanî

20 Avrêl 2026 - 13:06
20 Avrêl 2026 - 13:06
 0
''Bafel Talabanî Kerkûk firot…''

Analîzek ji Enstîtuya Washingtonê destnîşan dike ku kiryarên Bafel Talabanî di nav sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê de bêîstîqrar çêkiriye û desthilata wî di nav Yekitîya Niştîmanîya Kurdistanê jî bêîstîqrar çêkirîye. 

Michael Gunter pispor û profesorê Rojhilata Navîn bawer dike ku pirsgirêk ne gelê kurd e, lê dewletên ku Kurdistan di nav xwe de parve kirine, bixwe pirsgirêk in. Zuzanna Krzyzanowska pirsgirêka kurdan li Tirkiyeyê wekî nakokîya kûrtirîn di navbera dewlet û kurdan de bi nav dike. Li gorî gelek analîst û çavdêran, rêya serkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi yekîtiya navxweyî ye. Pêşniyarên hevpar ên pisporan ew in ku li şûna yekîneyên pêşmergeyan, avahiyeka ewlehiyê ya hevbeş were avakirin.  

Xurtkirina têkiliyan bi cîhana derve  re, wek: DYA, Ewropa, Tirkiye, Îran, Bexda û vîzyoneka zelal jibo pêşerojê.

Serokê YNKê Bafel Talabanî bajarê Kerkûkê radestî serokê Enîya Tirkmenî yê neteweperest, parêzgar Mihemed Seman kir û parêzgarê berê yê Kerkûkê Rêbiwar Taha bû alîkarê wî. Ev yek wekî Rojava û Dem Partî/PKKê di berjewendiya Tirkiyê de ye û wê bihêztir dike.

Rexnegiran îdia kirin ku Bafel Talabanî peymaneka nû bi Tirkiyeyê re çêkirîye û rexnegiran jî digotin ku Kerkûk hatiye firotin. Firotina Kerkûkê, firotina YNKê bi xwe ye. Wê kûrahiya rastîya Kerkûkê wenda kir. Lê tevahiya rastîya wê di dîroka kûrtirîna xwe de wenda ne bû. Kerkûk ji hemû bajarên Başûrên Kurdistanê girîngtirîn û cudatirîn e. Kerkûk Kurdistan e. Biryareka siyasî yan exlaqî nikare rastîya Kerkûkê biguhirîne û wê tune bike. 

Rêberekî baş, aştîxwaz e ku nakokiyan bi gotinan wekî nirxên neteweyî  çareser dike, pirsgirêk bi gotinan tê çareser kirin ne bi tundûtûjîyê.  Rêberên baş berpirsyar, rêzdar, dadperwer û empatîk in.  Baştirîn rêber ew e ku xwediyê taybentmendiyên neteweya xwe be ku hema hema hemû çand, felsefe û kevneşopiyên neteweya xwe wekî gerdûnî diherikîne. 

Reqabeta di navbera PDK û Yekitîya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) de û bandora wê li ser tevahiya Herêma Kurdistanê heye. Faktorên sereke yên ku tenê tên destnîşankirin dabeşbûna siyasi ya navxweyî û nakokiyên siyasî yên li herêma Kurdistanê ne. Bafel Talabanî wekî  Harpagus, wezîrê împeratoriya Medî ye, diçe aliyê farisan û xîyanetê bi qralê Med Astyageş re dike.

Çawa Bexda, îran, Tirkiye û DYA bertek nîsanî referandûma Herêma Kurdistanê ya 2017an dan. Çima Kerkûk ji destê kurdan hat girtin û kete destên dagirkerên Kurdistanê. Ev yek çawa hevsengiya hêzê di navbera PDK Û YNKê de guherand û çi encam da. Bandora Îranê li ser Yekitîya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) pir zêde ye. Çawa Tirkiye bi PDKê re hevkariyê dike lê di heman demê de deverên Kurdistanê bombebaran dike û mafên kurdan li Tirkiyeyê nas nake. Çima Amerîka ji alîyê leşkerî ve piştgiriyê dide kurdan lê ji alîyê siyasî ve nade. Encam ev e ku kurd dev  ji serwerî an jî mafê çarenûsî berbidin.

 Bi kurtî hin xal ev i n: 

-Têkilîya KRG bi Bexdayê re...

-Reformên aborî...

-Reformên hêza Peşmergeyan...

-Meseleya Kerkûkê ...

1. Komkirina desthilatdariyê li cem Bafel Talabanî

Komkirina desthilatdariyê li cem Bafel Talabanî û paqijkirinên navxweyî di nav YNKê de bûn sedema vê rewşa niha ya ku di nav wê de ye.

Akademîsyen û analîstên akamerîkayî  bawer dikin Bafel Talabanî  bi rêya marjînalîzekirina reqîbên xwe, nemaze pismamê xwe Lahur Şêx  Cengî û gelekên din jî di nav YNKê de bêbandor kirin û desthilatdariyê li cem xwe û malbata xwe kom kir.

2. Bi motîvekirina siyasî û tedbîrên ewlehiyê yên ji ber sedemên siyasî

Raportên ji El-Estîklal bawer dikin ku rêberî û rêberiya Bafel Talabanî di nav lêkolîner, analîst û akademîsyenan de li ser serxwebûna hiqûqê û hwd fikaran derxistiye holê.

3. Îdiayên rola YNKê di krîza  Kerkûkê ya 2017an de

Bafel Talabanî tê tawanbarkirin ku di sala 2017an de fermana vekişina hêzên Yekitîya Niştımanîya Kurdistanê (YNK) ji Kerkûkê daye.  

4. Bandora li ser bêistîqrariya siyasî li Herêma Kurdistanê

Lêkolîner û akademisyen bawer dikin ku stratejiya dualî ya Bafel Talabanî li dijî PDKê li wir rewşeka bêçare ya siyasî çêkirîye. Rexnegir dibêjin ku kiryarên Bafel Talabanî, herçend ew pozîsyona Yekitîya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) xurt dikin jî, di heman demê de aramiya sazûmanî ya herêmê qels dikin.

5. Pirsgirêkên avahîsaziyê di rêberiya Yekitîya 

Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) de 

Analîstên akademîk bawer dikin ku krîza navxweyî ya YNKê di bin serokatiya Bafel Talabanî de nîşana pirsgirêkên berfireh û cidîtir e. 

6. Rexne li ser muameleya dewletan bi kurdan re 

Gelek akademisyen û lêkolîner gelê kurd wekî mezintirîn koma etnîkî ya  bê dewleta xwe bi nav dikin, ku bûye sedema peyçûnên demdirêj û pirsgirêkên mafan. Di dîrokê de mafê çarenûsî ji kurdan re hatiye înkarkirin û kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî bê parmane. 

Pirsa kurd îsraîl an emperîyalîzm an sîyolîzmê nî ne, pirsa kurd di pirsa parvekirina Rojhilata Navîn de afirîye, pirsa kurd, pirsa ummetê nî ne, çawa pirsa Bask an îskoçya  û Katalan xirstiyanî nî ne, pirsa kurd jî pirsa ûmmetê (misilman, îslam) nî ne. Pirsa Kurd, pirsa hebûna kurd û divê dewletên dagirker hebûna kurd a kolektîf qebûl bikin û mafê wê nas bikin. 

Maruf Yilmaz Dr, lêkolîner û zimanzan

 

 


Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
62 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:08:03