Berhemeke Hêja ”Meşa Kîso” Bixwînin!!!
Seleh Bulut ango xwediyê “Medya Pirtûkevî” kurê xalê min e. Bi awayekî din ez kurê Meta wî Emo me ku metika wî tim xwe weke dayika hemî cangoriyên Kurdistanî dibîne û pênase dike.
Ez û Seleh em herdu jî ji bona xwendinê di salên 1970 de li bajarê Mêrdînê li mala apê min Mihemed bûn. Ew him apê min bû û him jî zavayê seleh bû. Bi vî awayî cara ewil me hevdu rû bi rû û baştir li mala apê min nas kir.
Hê di wê demê de Seleh mirovekî hêja, zana û bîrewirekî li gor dema xwe bû. Heval û hevalbendên wî pir bûn û hemiyan jî qîmeteke mezin didanê. Min qet nedît û nebûm şahidê wê yekê ku Seleh carekê hema bi henekan jî be, dilê kesan ji xwe hiştibe.
Ji ber ku ew mirovekî civakî, xweş gotin û mutewazî bû û ye. Li gor temenê xwe yên wê demê jî weke mirovekî sal mezin û zana bû. Haya wî tim ji gotin û tevgerên wî hebû, loma jî tu caran dilê kesan nedihişt û tim bi dîqat tevdigeriya.
Seleh du salan ji min mezintir bû û dibistanê de jî du salan li pêşiya min bû.Dema ku ez derbasî polê sisiyan ango ya dawî a ortê bûm ew jî bû bû xwendevanekî lîsê ya pola dudan. Hê ji wê demê de wî, ji bilî dersên xwe, pir roman û pirtûkên din jî dixwend. Heta helbest jî bi tirkî dinivîsand.
Ji ber ku ez ji gund hatibûm, xwendina pirtûkên din ne di bala min de bû. Ez bêtir li ser dersên xwe kûr û hûr dibûm. Lê Seleh her dixwest min fêrî xwendina roman û çîrokan jî bike. Çend pirtûk dane min ku bixwînim. Lê piştî çend rûpelên ewil êdî sebra min li wan nehat. Dûre Seleh pirtûka ROBINSON da min û got:
-Bûbê!!! Ez bawerim tê vê heta dawî bixwîne.
Bi rastî jî weke wî derket û min piştî wê êdî her ji wî xwest ku ew pirtûkên weha bide min ku bixwînim. Piştî wê jî ketim nav romanên evîndariyê ku min jî dil girtibû. Dilê min jî ketibû keçek Ereb ku min pir jê hez dikir.
Bi vî awayî, bi rê û rêbazê, Seleh ji min re bû weke mamosteyekî ku jiyana min tev guherî. Êdî min dest bi xwendinê kir. Di wan demana de, Tirkiya min gelek xurt bû bû, bi serde ez bi saya Seleh fêrî nivîsandina helbestên evîndarî jî bû bûm. Dûre min dest bi nivîsandina pêkenokan jî kir ku hin ji wan di rojnameya Mavî Kirlangic ku li Stenbolê dihate weşandin, derketin.
Seleh, aliyê min î ji xwendin û nivîsandin pir hez dikim, tespîtkiribû ku heger ez bi vê zanebûn û wêrekiya xwe bibim endamê partiyê ez bêtir berhemdar bim. Loma rojekê dema em weke hercar tenê di odeya xwe ya xebatê de bûn. Seleh li min nerî hinekî mizmizî û got:
-Bûbê weleh tu ji texmîna min jî bêtir derket. Te pîroz dikim. Tu êdî him zîrek û him jî zana ye. Tu dizane ku welatê me dagirkiriye û di bin potînên leşkerên tirkan de dinale. Ji bona azadiya wî jî divê em bi rêxistinî bin. Ango bibin endamên partiyekê ku em bi hêztir tekoşîna azadiya gelê xwe bidin. Dibe ku rojekê hin doza endametiya partiyeke Kurdistanî li te bike, nebêja na ha.
Min wê demê fêm kir ku ev sinyalekî bû ku Seleh da min. Piştî çend salekî ew pêşniyar ji bona min hat û ez di sala 1975an de bûme endamê PDK-T.
Êdî Seleh bû bû weke mamosteyê min. Him ez bi saya wî bûme nivîskarekî xwedî 15 berhem û him jî dîsa bi saya wê îşarete ku ”hinan pêşniyara endametiyê partiyeke kurdistanê ji te kir nebêje, NA” bûme siyasetmedarekî bi qasî zanebûn û qawete xwe, ji bona azadiya kurdistanê tekoşîn da û didim. Helbet min jî têra xwe bedel da û hê jî didim.
Ne ez tenê, baş dizanim ku Seleh bi wan gotin û nerînên xwe yên nerm û bi bandor gelek kesên hêja kirin siyasetmedar û nivîskar. Keda wî li ser min û gelekên weke min heye ku em îro qerzdarê wî ne…
Seleh jî weke gelekan di ber azadiya gelê xwe de bedelên mezin da. Bi salan di zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî de raza. Lê tu caran ji nerîna xwe ya xebata ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe, tawîz neda. Tiştên jê dihat dikir û pêk dianî. Hê jî weha ye.
Lê piştî zîndanê ji mecbûrî reviya Stenbolê, li wir jî nesekinî û xwest tim ji bona ziman û azadiya Kurdistanê di nava kar û xizmetê de be.
Wî şiklê xebatê, di vekirina pirtûkfiroşiyê de dît. Lê di destpêkê de jî wî zanîbû ku dê çi bike. Her çiqasî nav dê weke pirtûkfiroş ba jî, lê armanca wî ya asasî ne ew bû. Wî xwest navendeke Kurdistanî li Stenbolê ava bike da ku bikaribe xizmeta zimanê kurdî û parastina wê li Stenbolê bidomîne. Yanî Seleh Kurdistaneke bi çûk di nava kolanên Stenbolê de ava kiribû.
Wî xwest navendekê veke ku ew der bibe cih û warê nivîsakar û rewşenbîrên kurd. Li wir hevdu nas bikin û têkiliyên nava wan xurt bibe. Bi dehan heta bi sedan nivîskarên kurd li wir hevdu naskirin û ji berhemên hevdu haydar bûn. Bi dehan heta bi seden lêkolînerên biyanê wir ji xwe re kirin navanda xebatên xwe. Wir bû bû wargeheke nikvîskarên kurd ku hevdu bibînin, hevdu nas bikin û bi hevre cîrok û sohbetên xwe yên nivço temam bikin.
Seleh bi vê xebata xwe, ew ne weke pirtûkfiroş, lê weke cihekî hevdîna rewşenbîr û zaneyên kurdan, kiribû navendeke çandî û dîrokî. Kê çi berhemên li ser kurdan bixwestana li wir peyde dikirin. Bi vê xebata xwe, mohra xwe li dîrokê xist. Heger rojekê dîroknasên kurd dîroka kurdên bakurê Kurdistanê binivîsînin dê sedî sed behsa Seleh û pirtûkfiroşa Medya yê û Kurdistana li Stenblê ava kiribû, bi firehî bikin.
Ez di sala 1996an de bi munasebetekê li Stenbolê bûm ku min wê demê du carana seredana wî kir. Ji ber ku min pir bêriya wî, henek û yariyên wî kiribû. Hebûn û şîretên wî ji bona min rehber û rê nîşandan bû.
Ez ê zêde behsa Seleh nekim, ji ber ku ez çiqasî behs bikim jî ez ê nikaribin weke wan nivîskar û rewşenbîrên ku di pirtûka MEŞA KÎSO de pesnê Seleh dane, bidim. Heger hûn dixwazin Seleh û xebatên wî baş nas bikin divê miheqeq hûn vê berhema wî ya delal bixwînin. Bixwînin da ku hûn baştir Seleh nas bikin. Min bi xwe gelek fêde ji xwendina vê berhema delal û pîroz dît.
Ne tenê Seleh her weha hûnê dîroka kurdên piştî darbeya 12 îlona 1980ê ku ji mecbûrê reviyabûn Stenbolê jî nas bikin. Hûnê nas bikin ku bê ew çawa di wan şertên zor de jiyanin û dijîn. Kurtasiya gotina min ev e ku Seleh bi vê berhema xwe ya bi navê ”Meşa Kîso” dîrokek ji bona nivşê li dû me nivîsandiye ku yên vê dîrokê fêr bibin wê ruhiyeta kurdewarî ji nû de bi wan re geş û xurt bibe.
Ji bona vê berhema delal tenha dikarim bêjin, mala te hezar caran ava be Selehê delal, xebatkar, mamosteyê min û gelekên weke min ku tê bi vê berhema xwe ronahî bide nivşê tên. Ev jî bi serê xwe xizmeteke mezin û bê hempa ye.
Divê her rewşenbîr, nivîskar û ronakbîrên kurd vê berhema delal bixwînin, Kesên vê nexwînin dê rewşa kurdên li Stenbolê, xebat û berxwedana wan nasnekin. Bixwînin û fêr bibin ku bê wan nivîsakarên mezin, qîmet û rûmeta me kurdan, bê di derheqê Seleh û xebatên wî de çi gotine û nivîsîne.
Lê Seleh ev berhema xwe pir qalind ango ji 358 rûpelan pêk tê, nivîsî ye. Gelo nefikirî ku dema polîs werin pirtûkên wî top bikin û bi vê li nav serê wî bixin dê serê wî pir neêşe? lê bawerim hesabê wê jî kirî ye.
Destên te sax û mala te ava bî Seleh can ku te berhemeke weha pêşkêşî xwendevan, nivîskar û rewşenbîr û gelê kurd kirî ye…
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 01:41:41
