Armanca Plânê Bê Dengî Çîye?
Proje liser Rojhelata navîn bi xebata sed sale amede búye, armanc Aborî desthilatdarî u mûtefîkê sadiq pêk bên u xurtbûn zêde bibê.

Aborîye mezin her tim bêjewendîyê xwe diparêzê. Ev xal divabê her tim di mêjîyê bindest de mîne gûharê di guhde neyê jibîr kirin. Dema komar ava bû liser zor u aqil ava búye. Lê hinek Gel u Komar aqilwarî dernexistin pêş. Îro Dewletê bi hêz çawa hatin vê aste xurt? Aborî, siyasete rastî ligor bêjrwendîyê wa u plàn u proje.
Proje liser Rojhelata navîn bi xebata sed sale amede búye, armanc Aborî desthilatdarî u mûtefîkê sadiq pêk bên u xurtbûn zêde bibê. Ev heye deh (10)sal zêdetir ku Emperyale mezin proje li Kurdistan u Rojhelate navînde bi şerekî tevlî hevdû u bê sînor didê meşandin, çime gelo? Hên di 2009'de divabe Emrîke li rejime Surî dabane u wê tar u mar kiribane, çime nekir? Kê dayî rawistandin? Rus çar kopal li daholê didê u di pişt perdê de fermane Kurde mîne çiroke dibêjê. Rejime Îran u komare wê ên ku dayî ava kirin u xurt kir, îro mîne lîstike zaroke rexne dikê, Îran bi rojane Kurde darve dikê u kesek kevirekî li gûzeke wê nadê, Rusya pêre civîne pêk tînê u destê xwe li pişta wê didê u aferin dibêjê.
IŞID, DAEŞ di aqilê kesekî derbas nedibû. Dema Kurd xurt bûn ew derketin meydanê, bi hezare mirov qetil kirin u revandin. Piştre Kurd xistin hedef u bi hezare Pêşmerge u ciwanê Kurd qetil bûn u şehîd ketin. Lê ji ti kesî tiştek nebû, hinek komar di tiştnade bûne alîkar u hineke jibon menfeate xwe peznê Kurda da. Ev jî sîyaseteke mîne lîstike sê meymûne bû. Dema Kurde li Başûr çûne referandomê u îrade xwe, jibon serxwebûne xwe beyan kirin, wey haware, li çar dorê cîhan u cîran fermane Kurde rabû u rakirin. Farsa çiqas pîsqopat hebún dane hevdû u derman dane wa u bi şuraqasîre hicûm berdane Kurd u Kurdistan. Lê Kurde îrade xwe ji dest neberdan. Îrade serok Mesûd Barzanî, cesaret u tecrûbe wî plân xerakir. Cîhan u serdor ketin nav projê nûde. Civîn liser civîne pêk anîn. Piştre li pişt perdê bûne yek u búne evîndarê petrol u Avê. Neha av ne di rojeva wadeye, neha hişê wa liser petrol înşeat sektorîye. Zirte li Kurde dikin jibon ku Kurd nebin yek u xwe ne parêzin. Eger jiwa werê wê şer dijwar bikin u li milekî Kurde berdin hevdû u hinek Komar ên cîranê Kurde berdin hevdû u ewê li kêfa xwe meyze bikin.Ev bê dengîye bi plân eve u jibon ku welatê Kurde Vala bibê u ew jibon xwe bikin mêrga kêf u xwarinê.
Jibon ku ev aqîbeta xerab newê serê Kurde divabê di nav Kurde de yekbûn u yek helwestî pêk werê u qomite ava bibin u ser bi ser li Cîhan dibin serokatîye Mesûd Mistefa Barzanîde bi xurtayî mafê xwe bi parêzin u armancê xwe dobra dobra ji komar u Gelê Cîhan re bibêjin. Eksê wê roj bi roj wê bar giran bibê u Kurd wê tim bisdest bimînin u piştî çend salê wê ji holê rabibin. ..
Nûvekirina herî dawî: 12:27:23