Ji bona yekitiyek ber fireh sê xetên asasî lazim e

Yek ew partî û rêxistinên di navbera xwe û pkk de xeta sor û qalind nekşîne û bi kêmanî Federasyonê nexwazin, bi wan re yekitî na be.
Hin ji wan partiyên ku di roja 7/6 20026an de li bajarokê Qoserê civîn li dar xistibûn, karekî baş kirine lê nayê wê wateyê ku partî û sexsiyetên tevli wê civîne nebûna yekitiyan naxwazin an ne Kurdistanî ne.
Gotineke bi vî rengî dê kêmanî û şaşiyeke weha derxîne ku êdî hin partiyên niha nêzîkî hev bin jî dê ji hev dûr bikevin. Hê di ortê de jî tu encam tune ye.
Em dizanin û tê zanîn ku hin ji wan partiyên beşdarî civîna Qoserê bûne, tu caran baweriya yekitiyeke neteweyî nedane û nadin. Ji ber ku tim berjewendiya partiya xwe di ser ya welatê xwe re girtine û digirin.
Hin ji wan partîna çi cara bê hesabê wan dikarin di demên hilbijartinan de herin ba DEMê em hemî bûne şahidê vê. Ne mafê tu kesan e ku bêjin yên di vê civîna yekitiyê de ya li bajarê Qoserê cih negirtine ne Kurdistanî ne. Hê tu yekitî jî pêk nehatiye û ne bawerim pêk jî bê. Divê em dûrbîn û bi sebir bin. Tenê wextên xwe li ser navê yekitiyan heba dikin.
Ha mesele çi ye? Hêdî hêdî hilbijartinên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nêzîk dibin. Di her nêzîkbûna hilbijaratinan de, ji bona hin partî û serokên wan postekî bi dest bixin, xwe derdixin pêş û tim behsa yektiyan dikin. Lê pratîk eksê wê ye, rê me da ye û dide.
Li bakurê Kurdistanê bi salan e ku em hesreta yekitî, yek rêzî û bi hevre karkirinê ne. Lê ev pêk nayê. Kîne wanê naxwazin ev pêk bê û nahêlin ev li gor daxwaza gel bibe? Divê em carekê serê xwe li ser vê biêşîne û bi hevre li ser vê lêkolînan bikin.
Tenê bi gotin û li gor hîsên neteweperwerî em bêjin; hin yekitiyan naxwazin, em ê şaşiyan bikin. Bi rastî jî yên yekitiyeke li ser xeta neteweyî dixwazin hene. Lê vana jî nikarin bêne ba hev û wê daxwaza gel pêk bînin. Ji ber di nava wan bi xwe de yekrêzî tune ye.
Divê em bi hevre li ser vê serê xwe biêşînin û bifikirin ku çima yekitiya gel dixwazî pêk nayê. Li gor min sedema nepêkanîna vê ji ber sê xalên asasî û grîng e.
Yek ji wan; daxwaza herî kêm divê Federasyon ji bona bakurê Kurdistanê bê xwestin, be. Li gor vê jî divê ew partiyên ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne û di warê demokratîk de kar dikin, di bin sîwanekî de bi vî karî ve rabin.
Ya dudan heger bi rastî jî em û partiyên me yekitiyê dixwazin divê xeta nava wan û pkkDEM pir vekirî û eşkere be. Di her dan û stendinan de, di her platforman de divê ev bê gotin. Ji ber ku DEM partiyeke Tirkiyê ye û ji berjewendiya Kurdistanê bêtir ya tirkiyê dixwaze. Êdî hewce nake ku em li ser vê serê hevdu biêşîne.
Ya sisiyan jî ew e ku divê Al a rengîn weke ya miletê kurd bê qebûlkirin. Yên vê alê weke ala neteweya xwe nebînin û weke aleyek perçeyekî bi nav bikin bi wan re jî tu yekitî pêk nayê.
Ya talî jî divê hemî partî, sexs û sexsiyetên kurd di derbarê rewşa DEM ê zelal û vekirî bin. Ne ku bi eşkereyî li dij wan bin û di paş deriyan de bi wan re di nava hevdîtinan de bin. Li gor min xeta HAK-PARê ya di derheqa pkkDEMê li bakurê Kurdistanê ya herî zelal û eşkere ye.
Daxwaza me piraniyê partiyeke eşkere û neteweyî ye. Ji bona miletê me di bin sîwana wê de bi hevre kar bikin. Yên li ser wan hersê xalên min got li hevkirî bin, çima nikarin bi hevre kar bikin? Divê em berê vê pirsê zelal bikin.
Di van demên talî de ji bona yekitî û hevrêziyê, civînên baş têne amadekirin. Lê heta niha me tu encam ji wan civînan negirtine. Gelo bi rastî armanca wan ji bona yekitî û yekrêziya partî û sexsiyetên Kurdistanî ne? Ya jî ji bona hilbijartinên bê ye? Divê ev jî zelal bibe.
Berî yekitiyê pêk bînin divê hin tişt zelal û eşkere bibin. Zeman êdî ne demên berê ne. Teknîk li pêş e û her tişt bi saya wê tê eşkerekirin. Êdî em jî ne kurdên berê ne û hevdu baş nas dikin ku kîne yên neteweyî û berjewendîperest…
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 07:05:51



































































































































































