Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye!

Parlemto ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergan, bi piştgirîya Hêzên Hevpeymanan re, hewl dide xwe ku li Kurdistanê Hemû hêzên Pêşmergan di bin baskê Artêşa Niştimanî a Kurdistanê de bibin yek hêz. Ev xebat demek dirêje dimeşe.

Şeyhmus Ozzengîn

12.07.2021, Pts | 19:26

Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye!
Nêrîn Belav bike

Di destpêka Hezîran a 2021 an de Partî Demokratî Kurdistanê biryar girt, ku hêzên Yekîneya 80ê derbasî nav hêzên bi ser Wezareta Pêşmargan bibe.

Yekîneya 80 ya Pêşmergan bi ser PDKê ve ye û Yekîneya 70 jî bi ser Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ve ye.

Hejmara wan çekdaran, di ser 100 hezar Pêşmergeyî re ye. Niha hewla wê yekê tê kirin ku ew her du yekîne di bin fermandarîya Wezareta Pêşmergan de; wek Artêşa Niştimanî a Herêma Kurdistanê bi rêk û pêk bibin.

Ev demeke di nav serokatîya YNK de hewlek û nerazîbûnek derketîye holê. Cî bi cî, ev nerazî bûn, digihêje asta ku baskên serkirdeyên YNKê devê tivcingê pêş hev bikin!

Problema nav YNK kûr e û bi xîyaneta 16 10.2017 an ve girêdayî ye. YNK tenha di vê kûrayê de, ji jorde bi destê hinek serkirdeyên YNK (Bafil Talebanî û derdorên wî) hewl dide xwe, ku hinek guhertinan çêbike.

Di nav YNK de, di vê asta bilind e guhertin çêdibin! Girseya YNK, serkirdeyên leşkerî, serokên herêmên bi ser YNK ve girêdayî û sazîyên YNK yên girseyî-cehirî bêdengin. Ev jî dide nîşan ku, ev guhertin, ne li gor daxwaz û berjewendîyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û divêtîyên cewahirî; li gor daxwaz û berjewendîyên şexsî û piştgirên van serkirdeyan dimeşe. Dibe ku di pêş de ev zerarên hîn mezin derxe pêşberî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê. Heta ku YNK û serkirdeyên YNK hesabê xîyaneta 16ê Cotmeh a 2017an nede, YNK di dîroka Kurdistanê de, di mejûyê niştimanî de nikare cîhê xwe bigire. Diva bû YNK ev birîna niştimanî, di Kongreya xwe a çaremîn de, bi hestên Kurd û kurdistanê hesap ji berpirsên xîyanetê bipirsîya û çareser bikira. Ev nekir û bi ser de jî ev berpirsên xîyanê anîn û kir serkirdeyên YNK. Mixabin YNK, di kongre ya xwe a çaremîn de, wek ku ev xîyanet ji terefê hinek serkirdeyên YNK ve nebûye tevde gerîya. Di nav YNK de ev birîn, boran û alozî wê her berdewam bin.

Dema ku YNK bixwaze di nav avakirina Kurdistanê de rolekî Kurd û kurdistanî bilîze, divê YNK pêşî di nav xwe de neşterê li birîna xwe a Kûr bixe.

Di „Kongre a Çarem, 21-12-2019“ ya YNK de, di sîstema birêvebirina partiyê de guhertin hatibû kirin û li cihê posta Sekreterê Giştî, sîstema hevserokatiyê hatibû danîn. Di kongreyê de biryar hatibû dan, ku Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî hevserokên YNKê bin, ku ev sîstem; heta roja Pêncşemê (8ê Tîrmeha 2021 an) û beriya teqîna nakokiyên navbera wan dihat cîbicîkirin.

Ji nişka ve Bafil Talabanî, ku yek ji serkirdeyê serokatîya YNK ye, mudaxaleyî sîstema serokatîya YNK kir û hinek guhertin pêkanî. Guhertin a yekem di sîstema serokatîyê hat kirin. Carek din sîstema „yek serokî“ anî rojevê û guhertin pêkanî. Ev guhertin li ser hesabên fermî yên Bafil Talebanî yên li Twitter û Facebookê jî, di beşa danasînê de peyva "Hevserokê YNKê" hat jêbirin û li şûna wê peyva "Serokê YNKê" hatiye bikaranîn.

Guhertina gava duyem jî di du dezgehên YNK yên girîng de pêk anîye. Mudaxaleyî serokên hêza îstîhbaratê „Dezgeha Zanyarî“ û „Hêzên Dijî Terorê“ yên Silêmanîyê hat kirin. Wek ku em dizanin, serokê Hêza Dijî terorê birayê Lahur Şeyh Cengi, Polad Şeyh Cengî bû. Bavil Talabanî, herdû serokên van sazîyan yên berê, ji kar girt û li dewsa du serokên nû danî. Guhertin li ser tabelaya xwe a serokatîyê jî kir û li dewse peyva "Hevserok", peyva „serok“ bikar anî.

Demeke di medya YNK de, li ser sîstema serokatîya YNK a biryara Kongre ya Çaremîn nûçe û daxûyanî derdiketin ku; „sîstema hevserokî bo YNKê guncav nîne û divê bêt hilweşandin.“

Ev guhertinên ku bi destê baskê Bavil Talabanî di nav serokatîya YNK de hatin kirin, di nav YNK de bû sebebê qeyranek sîyasî. Di 08.07.2021 an de hêzên leşkerî yên bi ser herdû baskan ve, daketin nav bajarê Silêmanîyê. Ji ber ku Lahur Şêx Cengî Talabanî îtîrazî guhertinan kiri bû.

Kosret Resûl û Şêx Cafer jî mudaxaleyî rewşê kirin, ku guhertin bicîh werin û hêzên xwe yên çekdarî şandin ser ofîsa Dezgeha Zanyarî“ (!) Ji bona pirsgirêkên mezin pêk neyên, Serokkomarê İraq Berhem Salîh bi belafirek taybet hatibû Silêmanîyê. Bi terefan re dan û stendin pêk anî bû.

Wek ku em dizanin; Peştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê (25.09.2017), Tirkîye, Îran, İraq û hinek hêzên navdewletî; mudaxaleyek li herêma Kurdistanê kirin. Tirkîyê, İraqê û Îranê derîyên xwe yên bi ser Herêma Kurdistanê ve girtin. Xetên xwe yên azmanî ji çûn û hatina balafirên Kurdistanê re qedexe kirin û dorpêçek dijminane danîn ser herêma Kurdistanê.

Di vê xîyanetê de Bafel Talabanî û Lahur Şêx Cengî Talabanî bi hêzên ser xwe ve cîh girtin û li gor daxwaza Îran, Îraq û Tirkîyê; Kerkûk jî di nav de; hemû herêmên ku di şerê li henber DAÎŞ de bi xwîna dehhezaran pêşmergan hatibû rizgar kirin, radestî Îraq û hêzên bi ser Îran ve bû. Xîyanetek dîrokî di dîroka Kurdistanê de cîh girt. Xencerek jahrîn ji paşde li pişta miletê Kurd û pêşeroja Kurdistanê ket.

Îro ev herêmên Kurdistanê di bin guhertinek demokrafik, êrîşên tundrev û dijminane de; malên kurdan tên şewitandin, Kurd tên kujtin û axa Kurdistan li henber kurdan wek çek têt bikar anîn. Ev Xîyanet bû sebeb, ku PKK û Haşdî Şabî bi stratejî û daxwaza Îran û İraq Şingal dagir bikin û nehêlin ku ev heyşt sale birînên kurdên Êzdî bên çareserkirin.

Ji xîyanetkaran ji bona kiryarên baş, hêvî nayê kirin. Emê van guhertinan li gor berjewendîyên miletê Kurd û Kurdistanê bi hev re bişopînin.

12.07.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1864 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:44:13

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x