Temsîleke Kurdistanî dê pêk bê an na???
Îsal havînweke germ heye. Di vê germahiyê de siyasetmedar, partî û rêxistinên kurdistanî jî gelekî germ in. Hêvîdarim ku bi vî germbûna xwe mala dagirkeran bişewitînin…
Di vê kelkela germê de, van partiyên me dest bi civînên xwe yên germ kirine ku ji bona yekrêzî û yekitiya nava mala kurd bixuliqîne. Ji bona vê kar û xebatên wan, ez jî weke rewşebîr û nivîskarekî gelê xwe wan pîroz dikim û serketina wan ji dil dixwazim.
Ez bawerim ev ne cara yekem e ku civîn û konferansên bi vî rengê têne kirin. Piraniya civîn û konferansên hatibûn li darxistin ji ber çend sedeman bûn. Yanî mecbûr mabûn ku bi hevre karekî weha bikin.
Piştî ku ew bûyer an sedem derbas dibû, partî û rêxistinên me herkes li qozikên xwe vedigeriyan. Hin vedigeriyan û hin jî bê bawerî dibûn loma li mala xwe rûdiniştin. Bi vî awayî roj bi roj tevger li bakurê Kurdistanê qels û lawaz dibûn.
Carna qelsbûn û lawazbûn dibû sedema ku hin siyasetmedarên kurd, li partî an tevgereke nû digeriyan. Lê mêxabin li gor xwe ew peyde nedikirin(!) da ku di nava wan de karên xwe ê siyasî bidomînin.
Ev jî dibû vekirin û damezrandina tevger an partiyên nû. Lewra jî avakirina partiyên nû roj bi roj zêde dibûn û bûne. Lewra êdî hat û tê fêmkirin ku tekoşîna gelê kurd ne ji ber zêdebûna partî an tevgerane. Loma gihiştin wê baweriyê ku divê temsîleke kurdistanî pêk bê. Lê pêk nedihat.
Mesele dûr û dirêj e. Ez bawerim herkesên ku bi siyasetê ve mijûl in, vê dîrokê baş dizanin. Dizanin ku em heta niha jî hê bê temsîleke Kurdistanî ne. Ev êdî baş hate fêm kirin.
Loma çend partiyên me li hevkirine ku bi hevre temsîleke Kurdistanî damezrînin. Ji bona vê jî civîn û konferansan li dar dixin. Siheta wan xweş, rêya wan geş be.
Lê ez weke rewşenbîrekî ku ji sala 1970ê de di nava siyaseta Kurdistanî de me û li gor tecrubeyên xwe dibêjim ku gelek civîn, konferans û yekitiyên hin caran pêk hatibûn jî, ne ji bona peydekirina temsîleke Kurdistanî bû.
Ya hin şertan ew mecbûr dikirin ku bêna ba hev. Ya jî ji ber hin berjewendiya partî û sexsan dihatin ba hev. Ji ber ev serê 50 salan e ku ew temsîla ku em weke milet li bendê bûn pêk nehatiye.
Di her civîn, konferans û hatine ba hev ya partiyên siyasî di destpêkê de hêvî didan kurdan da ku wê vê carê temsîkelek kurdistanî li ser xeta neteweyî û di bin konekî neteweyî de ku temsîla hemî kurdan bike, damezrînin. Lê di van 50 salan de me ev nedît.
Her çiqasî me ew yekitî û yekrêziya nava mala xwe nedîtibe jî, kar û xebatên ji bona wê her berdewam bûye. Îro hatiye li merhaleyeke nû sekiniyê ku ew bi partiyên me dide zanîn ku bê yekitî û yekrêziya nava mala kurd, tu xebatên ku wê encam bide dê dernekev e.
Ji ber vê dibêjim, di vê germa ku agir bi erdê ketiye, partiyên me yên kurdistanî ji di nava vî agirî de li yekitî û yekrêziya mala kurd digerin. Ev çendeyeke ku sekin li wan tune ne. Karên baş jî dikin.
Lê gelo van parityên me li ser çi asasî hatine ba hev û dê li ser çi asasî yekrêziya nava mala me pêk bînin? Li gor min divê derbarê de zelalî tune ye. Çihê zelalî lê tune be wê di nava ava gemarî de bifetisin.
Bi tirsim ku hin partiyên me dizanin ku hilbijartin li tirkiyê û li bakurê Kurdisanê nêzîk dibe, Gelo hin ji wan, ji bona hin post û kursiyan bi dest bixin, neketina nava karekî weha? Hêvîdarim ku ev nerast be. Lê tecrube hene…
Heger di vê havînê de bi van kar û xebatên xwe, bi van civîn konferansên xwe, nebin xwedî temsîleke kurdistanî hûn bawer bikin êdî zehmete ku li bakurê Kurdistanê ji bona yekitî û yekrêziya nava mala kurd gav bêne avêtin.
Ji ber ku di xebatên 50 salan de me hemiyan bi hevre dîtine ku her yekitiyek bûye sedema avakirna çend partiyên nû. Bi hêvîme ku ev ê weha nebe.
Bi van kar û xebatên xwe van partiyên me niha di nava karên delal dene û hewl didin ku bi hevre temsîleke Kurdistanê bixuliqînin. Heger ev bi serket wê li bakurê kurdistanê rehetî û xebatên nû yên ji bona berfirehtirîn temsîleke kurdistanî karên baştir bêne kirin. Ya girîng jî ew e ku di nava yekitî û yekrêziyeke weha de HAK-PAR tune be, wê nigekî vê kêm be.
Lê heger ev xebat jî weke gelek xebatên berê, ji bona hin hesab û hilbijartinan be, hûn bawer bikin êdî wê weha bibe ku li bakurê kurdistanê mirovê nikaribe behsa yekitî û yekrêziya nava mala kurd bike. Û wê xeyala kurd û kurdistanê jî bikeve nava avê. Êdî wê çi demê ji nava avê derkeve an hinên din wê derxin ew jî ne diyar e.
Hêvî û rica min ji we van partiyên kurdistanî ew e ku hûn bi xebateke delal ve rabûne, ji nûde xelkê bê hêvî nekin. Ji ber ku êdî taqata wan jî nema ye…
Divê ev jî neyê ji bîr kirin ku yekitiyên îro bi qaweta peran, li gel girseyîn civatê, bi xwînên taze an bi cawanan, bi medyayeke mezin, bi hêzeke xurt, li ser asasê li hevkirineke neteweyî dê pêk tê. Di nava pêkhatineke wehada divê rola nivîskar û rewşenbîran neyê ji bîr kirinê…
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 12:27:38
