Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê!

''Kurd li cîhanê gelê herî mezin ê bêdewlet e. Ev rastiyek e ku di dîrokê de ji bo demeke dûr û dirêj vedigere. Niha jî ku bi taybetî sed sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibe. Li hemberî jî Kurd ji dema rizgarkirina Îraqê û ketina Sedam Hiseyn ve, ev herêma otonom li derdora Hewlêrê, ku nimûneyeke ji bo pêşketineke awarte, xwediyê otonomiyeke rasteqîne ye. Hin caran beşbûnên navxweyî jî hene ku hin caran wê lawaz dikin. Lê dikare hev bigire, da ku bikaribe herêmê biparêze û Kurd herwiha dizanin piştevaniya hev bikin, dema ku rastî êrişê tên, tevî nakokî û cudahiyên xwe.“

Şeyhmus Ozzengîn

04.11.2023, Cts | 09:53

Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê!
Nêrîn Belav bike

Rojnamegera Rûdavê a jîr û serkevtî, Ala Şahî bi Senatorê Fransî Rêmî Fêraud re hevpeyvînek girîng pêk anî. Ala Şalî di vê hevpeyvînê de pirsên girîng ji Senatorê Fransî Rémi Féraud kir û bersîvên balkêş bidest xist.

Rêmî Fêraud, yekem pirsa serdana Serokê Fransa ji bona Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron eşkere kir ku;

‘’.. Hatina Serok Barzanî ji bo civîna li gel Serok Macron nîşaneya bihêzbûna pêwendiyên heyî yên di navbera Paris û Hewlêrê de ye û bêguman ev pir pir girîng e, ku ev pêwendî her tim bihêz bin û piştevaniyek saxlem û cîgir bibe bi rêya hevdîtinên yek li dûv yekê.“

Yekem mesaja Senatorê Fransa Rémi Féraud a grîng, li ser rewşa alozîya sîyaseta Kurd a navxweyî bû. Rêmî Fêraud eşkere kir ku;

“Divê Kurd yek bin da ku karibin li hemberî Bexdayê berjewendiyên rewa yên Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Li ser pirsa rewşa Rohilata Naverast û di nav van alozîyan de rewşa Kurdistanê jî got:

“Divê Kurd li hemberî van aliyan jî yekdeng û yekreng bin.”

Ji bona ku Kurd bihêsanî û serkevtî ji nav van alozîyan derkevin û bi wêrektî destkevtinên xwe biparêzin, yekdengîya kurdan û a Kurdistanê pir girîng e.

Di seranserê Rohilata Naverast de bi dehan rêxistinên terorê hatine bihêz kirin û çalak, hemû bi Îranê, tirkîyê û Yemen û Qeterê ve girêdayî ne. DAÎŞ çû, Hamas hat. Sibê wê Hizbullaha Libnanê, an jî kualisyonek din a Îslamîst derkeve ber me. Ez tenê hêzên çekdar yên li Felestîn, Libnan, Sûrîyê, Yemenê û Tirkîyê, İraqê û Şingalê, ku bi piştgirî û dîrektîfa Îran, Tikîyê û hinek dewletên ereban ve tevdigerin eşkere bikim; texmînî nêzî 500 hezar çekdarî derbas dike. Ev hêz hemû Îslamîstên fenatîkin û her yek ji wan Hamas, an jî DAÎŞ in, Hûsî ne. Li Tierkîyê, Îran û pir welatên misilman piştgirîyek xurt a van hêzan heye. Bi destpêkirina şerê Hamas û Îsraîlê re xwepêşandanên ku li Tirkîye, Îran, dewletên misilman û dîyaspora ereban û misilmanan derketin ber me, vê qenaetê diçespîne. Hemû ji yek navendê tên organîze kirin. Em Kurd jî di vê herêmê de, di orta van alozîyan de, çarhawêrê me agir jê dibare. Em miletekî bê dewlet û bêparastin in.

Li ser Rohilata Navîn jî dîyar kir ku:

‘’… divê em guh bidin dost û hevpeymanên xwe. Li vê navçeya cîhanê Kurd hene û bêguman Kurd di rêzên pêşiyê de tên. Îradeya Kurdan yek be, ku Kurd nebin qurbaniyên belavbûna û berfirehbûna milmilaniyên dij Kurd.“

Rêmî Fêraud, di dewama hevpeyvîna xwe de got:

„Divê em pişta xwe nedin qederê. Eger siyaseteke bihêz hebe û ev yek bû di salên 2014 û 2015an de, dema ku Fransa li gel Amerîka û li gel Kurdan biryar da ku bi şêweyekî kar bikin, ku Hevpeyaniya li dijî DAIŞê bikaribe bigihêje armanca xwe û xîlafetê ji nav bibe, wan karîbû vê yekê bikin.“

Li ser avakirina kualîsyonek nû li dij Hamasê jî nerîna xwe zelal kir ku;

2 / 2

‘’Em bînin bîra xwe, bê hêzên Kurd yên ser erdê, Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê dirist nedibû. Bêyî hêzên Pêşmerge, li Sûriyeyê, li Îraqê dê karîgeriya bombebarana hêzên Amerîkî û Fransayê û NATOyê li dij DAÎŞê serkevtî nebûya. Li Xezeyê û li henber Hamasê ev îmkan tineye. Hamas sivîlan ji xwe re dike mertal, ev jî asteng e ji avakirina kualîsyonek nû re. Bêyî hêzên Kurdî, hêzên taybetî li ser erdê, dê nikarîbana karîger bin. Niha em ne di heman rewşa cografîk de ne li Xezeyê.“

Rémi Féraud, di girtina rolekî girîng a Fransa ji bona Kurdistanê û herêmê jî:

‘’ Ez dizanim ku rojana êriş an jî projeyên êrişan bo ser baregehên Amerîkayê li Kurdistanê û Îraqê hene. Lewma rewş pir aloz e û pir metirsîdar e. Hebûna Fransayê li vir ji bo misogerkirina serweriya Îraqê û otonomiya Kurdistanê û tevahiya ewlehiya navçeyê, bêguman bes nake. Ji ber me berî kêlîkekê behsa hêza rejayî ya Fransayê kir, lê ev pir pir girîng e û beşdarbûna Fransayê di van mijaran de zor pêwîst e. Lewma ez baweriyê bi Serokê Fransayê û Hikûmeta Fransayê bikim ku dê bêguman ev hişyarî û ev guhdan û îradeya bihêz hebe bi taybetî li kêlek dostên me yên Kurd, ku di rewşeke jeopolîtîkî ya zehmet û hestyar de ne. Lê ez dizanim jî ku dostên Kurdan hene û divê Fransa yekem dostê Kurd yê herî lipêş be.“

Li ser pirsa beşdarbûna kurdan a Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî jî Senatorê Fransa Rémi Féraud nirxand ku:

‘’Kurd li cîhanê gelê herî mezin ê bêdewlet e. Ev rastiyek e ku di dîrokê de ji bo demeke dûr û dirêj vedigere. Niha jî ku bi taybetî sed sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibe. Li hemberî jî Kurd ji dema rizgarkirina Îraqê û ketina Sedam Hiseyn ve, ev herêma otonom li derdora Hewlêrê, ku nimûneyeke ji bo pêşketineke awarte, xwediyê otonomiyeke rasteqîne ye. Hin caran beşbûnên navxweyî jî hene ku hin caran wê lawaz dikin. Lê dikare hev bigire, da ku bikaribe herêmê biparêze û Kurd herwiha dizanin piştevaniya hev bikin, dema ku rastî êrişê tên, tevî nakokî û cudahiyên xwe.“

Hêvîya min ewe ku sîyasetmedar, rewşenbîr û zanayên Kurd; van pêbinîyan binirxînin û xwe ji boranên mezin re amade bikin ku serkevtî bin

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1665 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:11:23

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x