Dema hevdîtina Ocalan û DEM Partiyê diyar bû

Tê pêşbînîkirin ku şandeya DEM Partiyê hefteya pêşiya me here Girava Îmraliyê.

21 Berfanbar 2024 - 07:33
21 Berfanbar 2024 - 07:33
 0
Dema hevdîtina Ocalan û DEM Partiyê diyar bû

Piştî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got ku divê DEM Partî û Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan hevdîtineke bikin, hevserokên DEM Partiyê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû.

Li gorî ANKAyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hevdîtin pejirandiye û hevdîtin dê di nava hefteyekê de pêk were.

Li gorî heman çavkaniyê, Serokwekîlê Parlamentoyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan dê herin hevdîtina yekem.

Her wiha eger pêvajo berdewam bike dê ev nav biguherin û hinek kesên din jî herin Îmraliyê.

Divê were gotin ku DEM Partiyê heta niha ev nûçe piştrast nekiriye.

Pervîn Buldan ji Arti Gerçekê re axivî û wê got, “Ti erêkirin an jî agahdarkirinek ji me re nehatiye. Me jî ev ji medyayê bihîst.”

 

Ev nûçe bi tevahî 413 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:23:09