Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî barek ji kelûpelên pêwîst pêşkêşî encûmenên sivîl yên Efrînê dike

Di çarçoveya alîkariyên wê ji bo bajarê Efrînê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) barekî din ê alîkariyan gihand Efrîn û navçeyên wê.

3 Tîrmeh 2023 - 07:11
3 Tîrmeh 2023 - 07:11
 0
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî barek ji kelûpelên pêwîst pêşkêşî encûmenên sivîl yên Efrînê dike

Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Dosyeya Efrînê yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Rewac Hacî ji K24 re ragihand, wan pêdiviyên taybet ji bo beşa xizmetguzariyê pêşkêşî 7 encûmenên xwecihî yên navçeyên Efrînê kirin.

Rewac Hacî diyar kir jî, ev qonaxa yekem e ji alîkariya wan bo encûmenên xwecihî yên sivîl heft navçeyên Efrînê ne û tekez kir ku divê ew alîkarî dê berdewam bin.

Di erdheja roja 6ê Sibata 2023an de ku bandoreke wêranker li herêma Efrînê û bi taybet li bajarokê Cindirêsê û gundên wê kir. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roja 10ê Sibata 2023an, wek yekem dezgeh alîkariyên mirovî gihandin Efrînê û gundên wê û ji wê demê ve bi belavkirina alîkariyan berdewam e.

Ev nûçe bi tevahî 1004 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:10:29