Di nava tedbîrên tund de, Parlamentoya Iraqê îro ji bo hilbijartina serokomarê nû dicive

Biryar e îro Pêncşemê endamên Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû bicivin.

13 Cotmeh 2022 - 04:20
13 Cotmeh 2022 - 04:20
 0
Di nava tedbîrên tund de, Parlamentoya Iraqê îro ji bo hilbijartina serokomarê nû dicive

Hêzên ewlehiyê beriya civîna parlamentoyê li derdora Navçeya Kesk a Bexdayê belav bûn û tedbîrên ewlehiyê ên tund sepandin.

Nivîsgeha Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî duhî ragihandibû, di civîna îro ya parlamentoyê de dê mijarek were rojevê, ew jî hilbijartina serokomar e.

Tevî ku Parlamentoya Iraqê îro Pêncşem wek roja lidarxistina civîna hilbijartinên serokomar destnîşan kiriye, lê dîsa jî nakokî li ser gelek pirsan heye.

Nakokiyên di navbera hêzên siyasî de bû sedema qeyranekê ku welat ji salekê ve xistiye nav felceke siyasî. Nakokiya sereke jî li ser postên Serokomar û Serokwezîr e.

Ev nûçe bi tevahî 630 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:50:26