Dronek li Bamernê kete xwarê

Hate ragihandin ku îro li navçeya Amêdiyê ya li Duhokê droneke ket xwarê û ziyanên madî li herêmê rû dane.

28 Tîrmeh 2022 - 09:27
28 Tîrmeh 2022 - 09:27
 0
Dronek li Bamernê kete xwarê

Berpirsê Komîta Nahiya Bamernê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Egîd Kuremarkî ji K24ê re ragihand, dronek li nêzîkî baregeha wan ketiye xwarê û agir bi wê navçeyê ketiye.

Kuremarkî amaje bi wê yekê kir, nayê zanîn ew dron ya hêzên Tirkiyê ye yan a Partiya Karkerên Kurdistanê ye.

Baregeha PDK'ê li Bamernê 1500 metroyî dûrî navenda leşkerî ya Tirkiyeyê ye.

Roja Îna borî jî bi dronekê êriş li ser baregeha Tirkiyê ya li Bamernê hatibû kirin û di wê bûyerê de ti ziyaneke canî çênebû.

Ev nûçe bi tevahî 915 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:46:30