Du hevserokên din jî yên Dem Partiyê ji aliyê polîsan ve hatin girtin

Serê sibeha îro du hevserokên din ên Dem Partiyê ji aliyê polîsan ve hatin girtin, herwesa çend endamên Civata Şaredariya Akdenîzê jî hatin girtin û avahiyê Şaredariya Akdenîzê jî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

10 Çile 2025 - 07:33
10 Çile 2025 - 07:33
 0
Du hevserokên din jî yên Dem Partiyê ji aliyê polîsan ve hatin girtin

Perlemanterê Dem Partiyê li Mêrsînê Elî Bozan seet 05:00 ê serê sibeha îro (În, 10.01.2025) li Mêrsînê ragehand, “Hevserokên Şaredariya Akdenîzê li Parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê li ser pişka Dem Partiyê, Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan, di operasyoneke taybet de ji aliyê polîsan ve hatin girtin.”

Perlemanterê Dem Partiyê li Mêrsînê herwesa got, “Bizav tê kirin ku tenahiya Mêrsînê bi rêya nehêlana Serokên Şaredariyan û danana Qeyûman bê têkdan.”

Li dû medyayên nêzî Dem Partiyê, ji bilî hevserokan, endamên Civata Şaredariya Akdenîzê Ozgur Çaxlar, Hikmet Bakirhan û Neslîhan Oruç jî hatine girtin.

Ji bilî girtina Hevserokên Şaredariyê û endamên Civata Şaredariyê jî, avahiyê Şaredariya Akdenîzê jî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1318 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:53:48