Duhok: Projeyeke mezin a xizmetguzariyê tê cîbicîkirin
Li Dihokê çêkirina rêyeke 30 metreyî bi bihayê nêzîkî sê milyar dînar dest pê kiriye.

Wezareta Şaredarî û Veguhastinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bi serperiştiya tîmên Şaredariya Dihokê dest bi çêkirina rêyeke 30 metreyî li beşa 45 a Masike ya bajarê Dihokê kiriye.
Proje bi bihayê 2 milyar û 927 milyon û 576 hezar û 500 dînar li ser bûdceya parêzgeha Duhokê tê cîbicîkirin û di bin çavdêriya tîmên Rêveberiya Şaredariya Rojhilat û Serokatiya Şaredariya Duhokê de Mizgefta Sebah Malhim li nêzîkî çaksaziya Zrka ya Duhokê dest pê dike. .
Herwiha Wezareta Şaredarî û Veguhestinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotiye: “Ev proje projeyek serekî ya xizmetguzariya cadeyan e, ku hemwelatiyên bajêr bi taybetî şofêran hêsan dike û asta xizmetguzariyê li Duhokê di warê kolan û rêyan de jî baştir dike.’’
Nûvekirina herî dawî: 10:49:32