Elî Ewnî: Pêwîste PYD û ENKS bi hev re Efrînê biparêzin
Endamê encûmena serkirdayetiya PDK Elî Ewnî ragehand ku, pêwîste partiya PYD baskê PKK li Rojavayê Kurdistanê li gel encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) bajarê Efrînê biparêze.

Endamencûmena serkirdayetiya PDK Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand ku, eger xiyaneta 16ê Otoberê li Kurkûkê nebûya me dê bi tûndî bersiva milîsên Heşda Şeibî daba û niha Tirkiyê jî êrîşî Efrînê nedkir.
Herwiha Elî Ewnî da zanîn ku, êrîşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê dijî kurdan hemûua ye û êrîşekî dijminayetiye û welatên zilhêzên cîhanê dizanin ku, eger PYD û ENKS Efrînê biparêzin, rê nedidan Tirkiyê êrîş bike lê wan dizanî PYD bi tenê û Efrîn jî weke Kerkûkê firotin.
Îro, careke din artêşa Tirkiyê bi rêya topxane û firokeyên xwe yên esmanî dest bi êrîşa xwe li ser bajarê Efrînê kir.
Nûvekirina herî dawî: 11:25:43