Em êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatîye kirin rûreş dikin
Em êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatîye kirin rûreş dikin

Şeva 11yê îlona 2021ê, hêzên terorî bi rêya 2 dironên bombehilgir êrîş birine ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê , lê di encamê de û tu ziyaneke canî çênebûye.
Eve çend carin ku hêzên terorî yên dijminên gelê Kurdistanê, bi dironan êrîşan dibin ser Hewlêrê.
Ji alîyekî ve Dewleta Tirkîyeyê êrîşan dibe ser Başûrê Kurdistanê û axa wê dagir dike, Dewleta Îranê bi topbaranê û bi balafirên bê mirov êrîşan dibin ser Başûrê Kurdistanê; ji alîyekî ve jî terorîstên ku pêgirtîyên dijminên miletê Kurd in jî bi dironan û bi êrîşên cûr bi cûr êrîşan dibin ser Hewlêrê.
Armanca van hemû êrîşan têkbirina destkeftîyên federalî û rêlibergiritin û lawaz kirina aramî û pêşketinên li Başûrê Kurdistanê ye.
Bersîva herî bi bandor a li himber van hemû êrîşan, yekgirtin û tifaqa navxweyî ya Başûrê kurdistanê ye, lê xwedîderketin, yek kirin û xurt kirina dezgehên dewleta federe ye.
Em êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatîye kirin rûreş dikin û bangî hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê dikin da ku bi yekgirtineke neteweyî, niştimanî li destkeftinên Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin, biparêzin.
12.09.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Nûvekirina herî dawî: 04:08:19