Encama şer: 10 pêşmerge şehîd, 37 jî birîndar bûne

Cîgirê Rêveberê Tenduristî yê Çemçemalê diyar kir ku heta saetê 7ê vê sibehê ji Hêzên Pêşmergeyan 10 kesan jiyana xwe dest daye û 37 kes jî birîndar bûne.

16 Cotmeh 2017 - 07:02
16 Cotmeh 2017 - 07:02
 0
Encama şer: 10 pêşmerge şehîd, 37 jî birîndar bûne

Li gorî ajansa Spûtnîk ku nûçeyê dispêre NRT\'ê Şêrzad Hesen Cîgirê Rêveberê Tenduristî yê Çemçemalê ragihand k udi encama şerê şeva borî yê navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeibî de 10 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane û 37 pêşmerge jî birîndar bûne.

Şêrzad Hesen diyar kir ku tîmên tenduristî yên parêzgeha Silêmanî û Çemçemalê ji bo alîkariya Hêzên Pêşmergeyan çûne Kerkûkê û beşek pêşmergeyên birîndar veguhastine bajarên din ên Kurdistanê.

Ev nûçe bi tevahî 1637 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:19:51