Serok Barzanî û şanda ENKSê rewşa siyasî ya navçeyê û pêşhatên dawî yên Sûriyeyê gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî di pêşwaziya şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) de, tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya partiyên Kurdî li Sûriyeyê kir. Serok Barzanî herwiha daxwaz kir ku aliyên Kurdî ji bo bihêzkirina aştî û lihevhatina civakî ligel Ereb û pêkhateyên din bixebitin.

15 Cotmeh 2025 - 15:55
15 Cotmeh 2025 - 15:55
 0
Serok Barzanî û şanda ENKSê rewşa siyasî ya navçeyê û pêşhatên dawî yên Sûriyeyê gotûbêj kirin

Barageha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Cotmehê pêşwazî li şandeke payebilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, şanda ENKSê ji sekreterên partiyên siyasî yên di nav ENKSê de pêk dihat.

Di hevdîtinê de, nêrîn li ser rewşa siyasî ya herêmê û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê bi hev hatin guhartin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî bal kişand ser rewşa Kurdan li Sûriyeyê û tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya di navbera aliyên Kurdî de kir.

Herwiha, Serok Barzanî daxwaz kir ku partiyên Kurdî bi armanca bihêzkirina bingehên aştiya civakî, bi Ereb û pêkhateyên din ên Sûriyeyê re di nav lihevhatin û hevkariyê de bin û ji bo vê yekê kar bikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 10 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:58:29