Erdogan: Divê bi aştiyeke dadperwerane dawî li şerê Ukraynayê bînin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, ew hemû hewldanan dikin, da ku bi aştiyeke dadperwerane dawî li şerê Ukraynayê bînin.

11 Mijdar 2022 - 10:58
11 Mijdar 2022 - 10:58
 0
Erdogan: Divê bi aştiyeke dadperwerane dawî li şerê Ukraynayê bînin

Recep Tayyip Erdogan li Navenda Kongreyê ya Ebedî Şehir, di Civîna 9emîn a Serokên Dewletê ya Rêxistina Dewletên Tirk (TDT) de axivî.

Erdogan bal kişand ser şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û got: “Em hewl didin ku pevçûnên 9 meh in li Ukraynayê didomin bi aştiyeke dadperwerane bi dawî bibe û ji bo rê li ber qeyrana xurekê bigirin jî destwerdanên pêwîst dikin.”

Serokomarê Tirkiyê li ser rewşa penaberên Sûriyê diyar kir, Tirkiye yek ji wan welatan e ku ji sala 2014an heta niha pêşwazî li hejmareke mezin a penaberan kiriye û got: “Em mêvandariya nêzîkî 5 milyon kesên mezlûm dikin, ku ji wan 3,6 milyon kes, ji Sûriyê hatine.”

Erdogan derbarê koçberiya bêsdestûr de got ku ji bo rê li ber koçberiya bêdestûr bigirin û îdare bikin divê em hevkariya xwe zêde bikin û di vî warî de konsepteke ewlehiyê ya hevbeş çêkin.

Ev nûçe bi tevahî 514 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:49:35