Erdogan: Karên komîsyonê gihiştiye qonaxeke giring

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, "pêvajoya aştiyê" bi xebatên komîsyonê gihiştiye qonaxeke girîng. Erdogan herwiha tekez kir, hikûmet û hemû alî bi berpirsiyarî tevdigerin û hişyarî da ku her aliyê hewl bide pêvajoyê têk bide, "dê bacê bide".

2 Îlon 2025 - 16:14
2 Îlon 2025 - 16:14
 0
Erdogan: Karên komîsyonê gihiştiye qonaxeke giring

Erdogan îro 2ê Îlonê di daxuyaniyên xwe yên di firokeyê de dema ji Çînê vedigeriya diyar kir, hikûmet û hemû alî dixwazin pirsgirêka çil salan bidawî bikin û di vê mijarê de berdewam in. 

Erdogan herwiha got: "Me nexşerêya xwe û armanca xwe bi awayekî zelal daniye. Çavkaniyên ku heta niha ji bo şerê li dijî terorê hatine xerckirin, dê ji niha û pê de ji bo berhemanîn, geşedan, veberhênan û derfetên kar bên bikaranîn." Erdogan destnîşan kir ku bi serkeftina pêvajoyê, dê hemû Tirkiye û navçe sûdê werbigirin.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de peyama "biratiyê" da û wiha axivî: "Kurd li ku derê bijîn birayên me ne. Kes nikare me ji hev cuda bike. Çawa ku goşt û hestî ji hev venaqetin, biratiya me jî wisa ye."

Derbarê rewşa Sûriyeyê de, Erdogan got ku ew dixwazin Sûriye bi hemû pêkhateyên xwe yên wekî Ereb, Kurd, Elewî û Xiristiyan di nava yekîtiyê de bijî. 

Erdogan got, gelek alî hene dixwazin qeyrana Sûriyeyê berdewam be, lê ji ber vê ew ti carê Sûriyeyê bi tenê nahêlin û ewê wî welatî rakin ser pêyan. 

 

Ev nûçe bi tevahî 39 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:50:10