Mesrûr Barzanî û Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY tekezî li ser parastina qewareya federal a Kurdistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Mihemed Hessan tekezî li ser girîngiya parastin û dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê kirin.

2 Îlon 2025 - 16:16
2 Îlon 2025 - 16:16
 0
Mesrûr Barzanî û Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY tekezî li ser parastina qewareya federal a Kurdistanê dikin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 2ê Îlona pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û Serokê Nûneratiya Neteweyên Yekgirtî ji bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) Mihemed Hessan kir.

Di hevdîtinê de, derbarê pêşhat û geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê de gotûbêj hat kirin.

Mijareke serekî ya civînê, tekezkirina li ser girîngiya parastin û dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 40 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:50:10