Hakan Fidan: Armanca me endametiya Yekîtiya Ewropayê ye
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Amajeyê dide wê yekê ku, armanca wan endambûna welatê wan di Yekîtiya Ewropayê de ye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan di konferanseke rojnamevanî de ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îtalyayê li Romayê ragihand ku, piştgiriya Îtalyayê ji bo endametiya welatê wî di Yekîtiya Ewropayê de encama nerîneke stratejîk û demdirêj e.
Hakan Fidan herwesa got ku, armanca wan a stratejîk endametiya Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewropayê de ye û ew pêşbînî dikin ku, hemî endamên Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê bidin wê mijarê. Herwesa tekez li ser xurtkirina têkiliyên bergiriyê bi Ewropayê re jî kir.
Nûvekirina herî dawî: 13:26:22