Sîpan Hemo: Sûriye nebûye 4 parçe, bûye 40 parçe

Fermandarê "Hêzên Demokratîk ên Bakur" Ebû Omer Îdlibî ku beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew li gel Endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê Sîpan Hemo civiyaye.

1 Mijdar 2025 - 10:36
1 Mijdar 2025 - 10:36
 0
Sîpan Hemo: Sûriye nebûye 4 parçe, bûye 40 parçe

Li gorî Îdlibî, di civînê de paşeroja Sûriye û beşdariya  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya nav artêşê hatine gotûbêjkirin.

Ebû Omer Îdlibî li ser rûpela xwe ya Facebookê xalên ku Sîpan Hemo di civînê de anîne zimên weşandin.

“Em entegrasyoneke rasteqîn dixwazin”

Li gorî Ebû Omer Îdlibî, Sîpan Hemo di civînê de gotiye, “Em entegrasyoneke rasteqîn a neteweyî dixwazin û ji bo razîkirina aliyên din em entegrasyoneke şiklî naxwazin.”

Sîpan Hemo her wiha daye zanîn ku Sûriye di rewşeke dijwar de ye û ji bo çareseriyê, divê alî alîkariya hev bikin.

“Yên ku nenavendîbûn xwestibû niha şerê wê dikin”

Sîpan Hemo diyar kiriye ku aliyan siyasî yên Sûriyeyê beriya rûxana rejima Beşar Esed li Riyadê dixwest li Sûriyeyê sîstema nenavendiyê pêk were.

Hemo behsa guhertina wê helwesta aliyên Sûriyeyê kiriye û gotiye, “Ya balkêş ew e ku aliyên di Konferansa Riyadê ya sala 2015an de ji Sûriyeyê re sîstema nenavendiya birêvebiriyê dixwest niha li dijî wê derdikevin.”

Armanca sîstema nenavendî ew bû ku Sûriye bi aqilê saziyan ne bi yê ofîsên ewlehiyê bê birêvebirin.”

Fermandarê HSDyê destnîşan kiriye ku piştî rûxandina rejîma Esed heman aliyên Sûriyeyê sîstema nenavendîtiyê wekî “xiyaneteke neteweyî” dibînin û şerê nenavendîbûnê dikin.

Sîpan Hemo teqez kiriye ku nenavendiya di Konferansa Riyadê de “hewldaneke cidî ya ji bo avakirina dewleteke dadperwerane ye û eşkere kiriye ku divê ew alî dîsa vegerin ser wê helwesta xwe.

Serkirdeyê HSDyê di berdewamiyê jî de gotiye, “Em tiştekî nû naxwazin, em tenê dixwazin tişta ku wan beriya 10 salan li ser li hev kiriye pêk bînin.”

“Pirsgirêk ne nenavendîbûn e, zihniyeta yekalî ye”

Sîpan Hemo daye zanîn ku û her yek ji wan di bin desthilateke cuda de ye û Sûriye ne li ser 4 parçeyan li ser 40 parçeyan dabeş bûye.

Li gorî Hemo, pirsgirêka Sûroyeyê ne nenavendîbûn bi xwe ye zihniyeta yekalî ye ku her tiştî ji xwe re dixwaze û beşdariya pêkhateyên din red dike.

Fermandarê HSDyê diyar kir ku pêwîstiya dewletê bi welatparêzên azad heye ku bi aqilê dewletê bifikirin ne bi yê koman û da zanîn ku çareserî bi hevkariyê pêk tê ne bi desthilatdariyê.

Sîpan Hemo di dawiyê de eşkere kiriye ku pêwîstiya Sûriyeyê bi hişmendiyeke azad heye ku ji vî welatî hez bike.

 

Ev nûçe bi tevahî 108 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:16:37