Heyeta HAK-PARê Seredana PAKê Kir

9 Mijdar 2020 - 17:25
9 Mijdar 2020 - 17:25
 0
Heyeta HAK-PARê Seredana PAKê Kir

Heyeteke HAK-PARê ku ji Serokê Giştî yê HAK-PARê Birêz Latif Epözdemir, Cîhgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Birêzan Yeter Polat , Zana Sezen û Endamê Meclîsa Partîyê Birêz Sabri Serin pêk hatî, roja 09.11.2020ê seredana Nûneratîya PAKê ya Stenbolê kirin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Birêz Latif Epozdemir û heyeta li gel, ji ber li dar xistina 2yemîn Kongreya Asayî ya PAKê pîrozbahîya PAKê kirin û ji ber careke din wek Serokê Giştî yê PAKê hilbijartina wî

Birêz Mustafa Özçelik pîroz kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik, Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Birêzan Kasim Ergun û Mehmet Gül pêşewazîya heyeta HAK-PARê kirin.

Di seredana heyeta HAK-PARê ya ji bo PAKê de, herdu alîyan di derbarê rewş û rojeva welêt, herêmê û cîhanê de bîr û rayên xwe anîn ziman, herweha ji bo hîna zêdetir pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan, heyetên HAK-PAR û PAKê daxwaz û hêvîyên xwe pêşkêş kirin.

Hevdîtina di navbera heyetên HAK-PAR û PAKê di atmosfereke dostane de û bi awayekî berhemdar derbas bû.

Ev nûçe bi tevahî 922 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:23:50