Heyeta Îmraliyê dê Ocalan ziyaret bike
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê vê hefteyê dê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ziyaret bike.

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ya ku ji Parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, dê vê hefteyê li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Roja hevdîtinê hîn ne zelal e lê ev serdan ji ber ku di çarçoveya xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li Parlamentoyê hatiye avakirin de hevdîtina yekem e, balê dikişîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tê çaverêkirin ku Abdullah Ocalan derbarê xebatên Komîsyonê û pêvajoya danîna çekan de peyamên girîng bide heyetê.
Nûvekirina herî dawî: 21:04:27